Atîna: Ger Tirkiye êrişkar bibe wê ye cezayan ser ferz bike

Ji ber polîtîkayên Enqere yên êrişkar, Atîna careke din ew hişyar kir. Serokwezîrê Yewnanîstanê Kiryakos Miçotakis anî ziman ku di rewşa polîtîkayên “êrişkar” yên Tirkiyê de, wê YE cezayan li ser Enqere ferz bike.

Kiryakos Miçotakis bi boneya merasîma wefata Serokê Parlamentoya Ewropayê David Sossoli çû Strasbourgê.

Mîtsotakis diyar kir ku polîtîkaya Tirkiyeyê ya li hemberî Yewnanîstanê di bingeh de neguheriye û got, “Eger êrîşkartir bibe, Yekîtiya Ewropayê her tim dikare biryara cezakirinê bide.”

Serokwezîrê Yewnanîstanê îşaret bi giliyên Tirkiye yên li dijî Atîna kir.

Miçotakis bi eşkere anî ziman Tirkiye ku dîroka xwe di warê parastina mafê mirovan de gelekî nebaşe, niha wan bi vê yekê tewambar dike.

“Ji ber van sedeman em li hemberî Enqereyê nêzîkatiyeke du-qatî dişopînin.

Em destê dostaniyê dirêj dikin, lê di heman demê de em li hemberî polîtîkayên êrişkar yên li dijî me û Qibrisê em tevdîran digrin.”

Par, Komîsera Mafên Mirovan a Konseya Ewropayê Dunja Mijatovic bang li Yewnanîstanê kiribû ku dev ji vegerandina penaberan a bo Tirkiyeyê berde û di vî warî de erkên xwe yên mafên mirovan bi cih bîne.

Back to top button