Rêveberiya Xweser ji bo vê ambargoyê bêbandor bike dixebite

Ji destpêka Şoreşa Rojava û damezrandina Rêveberiya Xweser a Demokratîk ve, hêzên derûdorê siyaseta dorlêgirtinê li ser herêmê dimeşînin. Van hêzan bi her awayî xwestin modela Rêveberiya Xweser têk bibin. Hevserokê desteya Aborî ya bakur û rojhilatê Sûriyê Selman Barodo anî ziman ku yek ji stratejiyên aborî yên rêveberiyê ew e ku kirîna madeyan ji derve kêm bike û berhemên xwemalî pêş bixe.

PDK`ê n15’ê Kanûna 2021’an bi bihaneya çalakiya ciwanan deriyên sînor ên Pêşxabûr û El-Welîd ku Rojava bi Başûrê Kurdistanê ve girê dide, girtin.

Ji Hezîrana 2021`ê jî bi vetoya Çînê û Rûsiya, derbaskirina alîkariyan bi riya deriyê Til Koçer hat rawestandin..

Selman Barûdo: Ev ambargo di aliyê mirovî rê li ber zehmetiyan vedike

Li ser vê rewşa ambargoyê, hevserokê Desteya Aborî û Çandiniyê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê Selman Barûdo vê yekê dibêje: ” Bandora vê ambargoyê ne tenê ji aliyê aborî ve, lê ji aliyê mirovî ve jî rewşeke xirab derdixe holê”

Barûdo diyar dike ku Rêveberiya Xweser ji bo civata navneteweyî destekê bide û vê ambargoya rake xebatekî piralî dimeşîne..

Rêveberiya Xweser bi armanca îdarekirina herêmên xwe, gelek kargeh vekirin da ku berhemên herêmî pêşbixe û kirîna madeyan ji derve kêm bike.

Gelek proje li herêmê hatin pêşxistin da ku ambargo bê bandor bibe

Rêveberiya Xweser di aliyê sewalkariyê de proje pêşxistine û li gelek cihan destek daye van porojeyan..

Di vê çarçoveyê de Rêveberiya Giştî ya Çandinî û Berhemên Sewaldariyê 22’ê Gulana 2021’an Mefqeseyeke hêkan vekir…

Vê projê jî derfetên kar peyda kirin û bi xwediyên cihên mirîşkan re bû alîkar ku berhemên wan zêde bibin.

Cotmeha par jî kargeha (my sun) a avê li navçeya Tirbespiyê hat vekirin..

Li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê Rêveberiya Xweser 30`ê Gulana 2021`ê li herêma Dêrikê, kargeha Penêr û Mast vekir û rojane 4 ton şîr dimeyîne..

Li Qamişlo, 26`ê Çileya 2021`an Rêveberiya Xweser yekemîn kargeha zeyt, rûn û sabûnê vekir. Ev Kargeh jî rojane 300 ton berhem derdixe.

Dîsa 5`ê Kanûna 2021’an li bajarê Hesekê kargeha Takstîlê jinûve hat vekirin..

Selman Barodo: Stratejiya me ew e ku kirîna madeyan ji derve kêm bikin

Hevserokê Desteya Aborî û Çandiniyê Selman Barûdo li ser van projeyan jî vê yekê tîne ziman:

“Pêşxistina projeyan dê bi rêya hilanîna madeyên xam, berfirehkirina rûbara çandiniyê û girêdana hilberînên çandiniyê bi berhemên pîşesaziyê re pêk were..

yek ji stratejiyên aborî yên ku Rêveberiya Xweser xwe dispêrê, kirîna madeyan ji derve kêm bike..

Back to top button