QSD’ê: Serçeteyekî DAIŞ’ê hat kuştin

Operasyonên hêzên QSD’ê yên li dijî şaneyên çeteyan dewam dikin. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê derbarê çalakiyên li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê de daxuyaniyek da. QSD’ê got: “Serçeteyekî DAIŞ’ê li herêma Hewêca ku di plana êrişa li ser girtîgeha Xiwêran de cih girtibû hat kuştin.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê derbarê çalakiyên li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê de daxuyaniyek da..

QSD’ê eşkere kir ku serçeteyekî DAIŞ’ê yê endamê şaneya plana êrişa li ser girtîgeha Xiwêran bû hat kuştin…

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin,

“Duh bi şev, Dema hêzên me û yên Koalisyonê çalakiyeke hewayî ya hevpar li dijî berpirsekî DAIŞ’ê li herêma Hewêca pêk dianî, serçeteyê gule bi hêzên me reşandin û di encamê de hat kuştin.

Ev serçeteyê hatî kuştin, di pilana mijdara par ya êrişa li ser girtîgeha Xiwêran a Hesekê ku DAIŞ’î lê girtine de cih digirt…

Di lêgerîna mala lê de jî gelek çek û cebilxane û her wiha êlegekî teqemeniyê hat dîtin.”

QSD’ê bibîrxist ku hêzên wan wê demê plana êrişa li ser girtîgehê têk birin û hêjmarek teroristên DAIŞ’ê beşdar û di sêrî de berpirsê wê Mihemed Ebid El-Ewad hatibû girtin.

QSD’ê da zanîn 2 erebeyên bombebarkirî ku hatibûn amadekirin da ku pê êrişî girtîgehê bikin jî hatibûn teqandin..

Back to top button