Çalakiya Sêmalka di roja 106’an de dewam

Çalakiya malbatên şehîdan a li deriyê Sêmalkayê ya ji bo girtina cenazeyên şehîdan di roja 106’an de dewam dike. Endamên Desteya Darayî ya Herêma Cizîrê îro serdana konê çalakiyê kir û piştgirî dan berxwedana gerîla.

Li konê çalakiyê li ser navê desteyê Macid El-Nasir axivî û diyar kir ku wê çalakiya xwe heta wergirtina cenazeyan dewam bikin

Macid El-Nasir da zanîn ku kirinên PDK’ê yên li hember malbatên şehîdan xiyanet e.

El-Nasir di dawiyê de banga hevgirtinê û bilindkirina têkoşîna li hember siyasetên qirkirinê û hevkariya PDK’ê kir.

Back to top button