Artêşa Iraqê gef li asayîşa Êzîdxanê xwar ku cihê xwe vala bike

Hêzên Iraqê li Şengalê di nava hewldanên tevlihevî derxistinê de ne. Îro jî Hêzên Iraqê gef li asayîşa Êzîdxanê xwar. Hêzên Iraqî ji Asayîşa Sinûnê ya Êzidixanê xwestin ku cihê xwe vala bike. Li aliyê din jî sê rojnamevanên ku rewşa li Şengalê dişopandin ji aliyê artêşa Iraqê ve hatin binçavkirin.

Li Şengalê ev çend roj in liv û tevgera artêşa Iraqê berdewam dike.

Ji ber vê sedemê rewşeke aloz li herêmê serwere.

Tevî hemû hişyariyan jî artêşa Iraqê hêzên xwe li Şengalê zêde dike.

Îro danê nîrvo Fermandarê Operasyonên Rojavayê Nînovayê Lîwa Rûkun Cebar, nîv saet dema dabû Asayîşa Êzîdxanê ya navçeya Sinûnê, da ku ji cihê xwe derkeve û vala bike.

Her wiha gefa ku ji cihê xwe dernekevin wê wan bi darê zorê derxin, li asayîşa Êzîdxane hat xwarin.

Ji ber vê yekê aloziya li navçeya Sinûnê berdewam dike.

Artêşa Iraqê 3 rojnamevanên ku rewş dişopandin binçavkirin

Li aliyê din sê rojnamevanên ku rewş dişopandin ji aliyê artêşa Iraqê ve hatin binçavkirin.

Hat zanîn ku xebatkarê radyo Çira Xelîl Şengalî, nûçegihan û pêşkêşvanê Çira TV Emîra Simoqî û Hesûnî Xanesorî hatine binçavkirin.

Her wiha artêşa Iraqê dest danîn ser amûrên kar yên rojnamevanan.

Hat ragihandin artêşa Iraqê rewşeke aloz li herêmê avakiriye û xelkê herêmê dixe berlêpirsînê û binçav dike.

Ji derveyî Sinûnê li Xanesorê jî hêz hatiye zêdekirin.

 

Back to top button