Meclisa Jina Azad dagirkeriya Tirk li Efrînê şermezar kir

Bi nêzîkbûna salvegera 4. a êrişên dewleta Tirk ên dagirkirna Efrînê, çalakî hatin lidarxistin û daxuyanî hatin dayîn. Dagirkeriya li Efrînê hat şermezarkirin û bang li civaka navdewletî hate kirin ku sûcên li Efrînê rawestînin û dawî li dagirkeriyê bînin.

4 sal li ser êrişên dagirkirina Efrînê re derbas dibin.

Bi vê boneyê, Meclisa Jina Azad a Efrînê daxuyaniyek bi raya giştî re parve kir.

Bi dehan jin, endamên saziyên sivîl ên Şehbayê li pêşiya avahiya Mala Jin a li navçeya Fafînê tevlî daxuyaniyê bûn.

Di daxuyaniyê de sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê ên li Efrînê û bêdengiya civaka navneteweyî hemberî vê yekê hatin şermezarkirin.

Meclisa Jina Azad a Efrînê soza bilinkirina têkoşîna xwe heta rizgarkirina Efrînê da.

Her wiha bang li civaka navneteweyî kir ku li dijî sûcên dagikeriya Tirk li Efrînê gavên cidî biavêjin.

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Efrînê dagirkeriya li Efrînê şermzar kir

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Efrînê jî bi heman armancê daxuyniyek da.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dagirkeriya Tirk 4 sal in ji ber bêdengeya civaka navnetewî sûcên xwe dijî şênî û xwezaya Efrînê dewam dike.

Şêniyên navçeya Hecîn a Dêra Zorê li dijî dagirkeriya li Efrînê meşiyan

Li Dêra Zorê jî, şêniyên navçeya Hecînê ji bo şermezarkirina sûcên dagikeriya Tirk dijî şêniyên Efrînê meşiyan.

Bi sedan welatî û endamên saziyan û rûspiyên navçeya Hecînê tevlê meşê bûn.

Piştî meş veguherî mitîngê, daxuyaniyek ji hêla serokê partiya Sûriya pêşerojê ya şaxê Dêra Zorê ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de êrişên dagirkeriya Tirk û sûcên wê dijî şêniyê Efrînê û herêmên Sûriyê yên dagirkirî hatin şermezarkirin.

Di dawiyê de bang li civaka navnetewî hate kirin ku bi erkên xwe rabin û hesab ji dagiker û sûcdaran bixwazin.

Komeleyên koçberên Sûrî dagirkeriya li Efrînê şermezar kir

Komeleyên koçberên Sûrî ên li herêmên Rêveberiya Xweser jî bi heman armancê daxuyaniyek dan.

Daxuyanî bi amadebûna bi dehan endamên komeleyan û saziyên sivîl ên li rojavayê bajarê Reqa hate xwendin.

Di daxuyaniyê de sûc û êrişên dagikeriya Tirk û çeteyên wê li Efrînê û bêdengiya civaka navnewî hatin şermezarkirin,

Back to top button