Çalakiya Pirtûkxaneya Gerok li Tirbespiyê dewam kir

Çalakiya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Pirtûkxaneya Gerok a ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan û derxistina navê PKK’ê ji “lîsteya terorê îro li navçeya Tirbespiyê dewam kir.

Pirtûkxaneya Gerok di roja sêyemîn de ji aliyê şêniyên Tirbesipiyê ve hat pêşwazîkirin

Yekitiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan û derxistina PKK’ê ji “lîsteya terorê” li çerxerêya Azadî ya navçeya Tirbespiyê kon veda.

Di çalakiyê de senevîzyonek li ser jiyana rêber Ocalan hat pêşandan.

Piştre li sûka navendî ya navçeyê şênî tevlî hemleya îmzekirinê ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan bûn.

Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê pirtûk û parêznameyên rêber Ocalan pêşkêşî beşdaran kirin.

Back to top button