Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan di civîna koma partiya xwe de derbarê tecrîda giran ya li Îmraliyê a li ser Rêber Apo axivî. Pervîn got: “Heta dawiyê em ê piştgiriyê bidin hevdîtinên diyalogê yên li Îmraliyê. Ên ku li aliyekî tecrîda giran didomînin û li aliyê din behsa Imraliyê dikin, em wan ji dil nabînin.”
Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan-HDP’ê Pervîn Bûldan komcivîna partiya xwe ya heftane de axivî û mijarên rojevê de nirxand.
Pervîn destpêka axaftina de salvegera 15’an a qetilkirina Hrant Dînk bi bîr xist û got; “Kuştina Hrant Dînk kuştinek plankirî bû.”
Pervîn Bûldan da zanîn fatûrên xelkê bi awayekî biha tê, heta desthilata Erdogan-Bahçelî neçin wê rewşa aboriyê jî sererast nebe.
Pervîn derbarê binpêkirinên li girtîgehan jî ev tişt anî ziman;
“Girtîgeh hedefeke din a polîtîkaya li ser jiyana civakî ya li derve ye.
Fermana 12’ê Îlonê li girtîgehan tê ferzkirin, mehekê de 7 cenazeyên bê can jî girtîgehan derket.
Lê nikaribibûn li hemberî berxwedana girtiyan bi ser bikevin.”
Pervîn bal kişand ser zextên li dijî HDP’ê jî wiha got;
HDP’ê bi biryardarî û hêviyek mezin bi gelê xwe re têkoşînê didomîne.
HDP’ê zemîna çareseriya demokratîk û aştiyê ye.”
Pervîn Buldan: Em ê bi riya diyalogê piştevaniya hevdîtinên li Îmraliyê bikin
Hevseroka HDP’ê Pervîn Buldan bal kişand ser daxuyaniya Erdogan a derbarê Îmraliyê de û wiha bi dawî kir.
Ji bo çareseriya demokratîk û aştiya civakî rêbaza li ser diyalog û muzakereyê rêbaza rêya çareseriyê ye.
Em ê heta dawiyê piştevaniya hevdîtinên li Îmraliyê bi riya diyalogê werin birêvêbirin bikin.
Li Îmraliyê û li dijî hevalên me yên girtî tecrîd dewrê de ye.
Em gotinên Erdogan ên li ser hevalên me siyasetmedar û Îmraliyê qebûl nakin.
Em ê ji bo avakirina zemînek çareseriya demokratîk, muzakereya demokratîk û aştiyek bi rûmet heta dawiyê bi biryar in. “