Rêveberiya Xweser bi Şêniyên Dêrik, Amûdê û Şedadê re civiya

Di çarçoveya rêzecivînên Rêveberiya Xweser a ên bi gel re, îro rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê bi şêniyên navçeyên Amûdê û Dêrikê ên Kantona Qmişlo û şêniyên herêma Başûr a Kantona Hesekê re civiya.

Rêveberiay Xweser a Herêma Cizîrê bi amadebûna berpirsên saziyên xizmetguzarî ên rêveberiyê û şêniyên navçeyên Dêrik û Amûdê ên Kantona Qamişlo û şêniyên gundewarên başûr ên Kantona Hesekê, rêzecivîn bi li dar xistin.

Civîna li Dêrikê li Stada navçeyê, li Amûdê li Hola Kerem û li civîna bi şêniyên gundewarên Hesekê li Hola Şaredariyê ya navçeya Şedadê hatin lidarxistin.

Di civînan de rapora xebatên salane ya desteyên Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê hate xwendin û nîqaşkirin.

Di civînan de li rexne û pêşniyarên şêniyan hatin guhdarkirin û rêvebrî soza pêşxistina xebatên xizmetguzarî da.
Li gorî berpirsên Rêveberiya Xweser ên di di civînan de amade dibin, pêşniyarên şêniyan dê di plansaziya xebatên xizmetguzarî ên sala 2022’an de li ber çavan werin derbaskirin.

Back to top button