Kampanya îmzeyan ya ji bo derxistina PKK ji ‘lîsteya terorê li Kobanê jî hatiye destpêkirin. Şêniyê Kobanê tevlî vê kampanyayê bûn û banga mezinkirina kampanyayê kirin.
Îro li Kobanê Kampanyaya Îmzeyan a ji bo derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê dest pê kir.
Bi sedan ji şêniyê Kobanê beşdarî kampanyayê bûn û pişgiriya xwe a ji bo derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê ragihandin.
Kobanîyan diyar kirin çi ji destê wan bê ewê bikin û xwestin PKK ji vê lîstê bêderxistin.