QSD: Hêzên me êrişî Cerablusê nekiriyê, nûçeyên çeteya derewin

Dewleta Tirk di çarçoveya hemleya reşkirinê ya ji bo nixumandina sûcên xwe yên li herêmê nûçeyên nerast belav dikin. Û dispêre şervanên QSD`ê. Ermanc jê xapandina raya giştî ye . QSD’ê bi daxwiyaniyekê got : ” Nûçeyên ku çeteyên Tirkiyê parve kirine ku dibêjin şervanên me êrişî Cerablusê kirine, derewin .”

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê bi daxuyaniyekê bersiva îdiayên çeteyên Tirkiyê da.

QSD’ê diyar kir ku ev îdia derew in.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

“Malper û rûpelên ser bi komên çete yên dewleta Tirk a dagirker ve nûçe belav kirin. Tê de dibêjin ku hêzên me derdora bajarê Cerablusê yê dagirkirî bi hawnan topbaran kirin. Ev nûçe derew in. Hêzên me bi tu awayan herêma navborî topbaran nekiriye.”

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê diyar kir ku armanc ji belavkirina van nûçeyên derew xapandina raya giştî ye .

Back to top button