Hevserokê Meclisa Idlib El-Xedra Heysem El-Ebdullah dibêje: “Projeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji aloziyê Sûriyê re nimuneya çareseriyê ye û hêviyên gelê Sûriyê bi cih tîne.”
Heysem El-Ebdullah anî ziman “Hikumeta Şamê û komên çete pirsgirêka Sûriyê çareser nakin, berovajî kûrtir dikin.”
Heysem El-Ebdullah balkişand li ser projeya Rêveberiya Xweser di vî alî de û got:
“Projeya Rêveberiya Xweser, projeyeke demokratîk e, hemû pêkhate û rengan di nav xwe de digire.
Ev proje wekî nêrîneke nû li Rojhilata Navîn e û çareseriya herî guncaw ji aloziyê re ye. ”
Her wiha destnîşan kir ku Ev proje hêvî û îradeya gelê Sûriyê nîşan dide.
Hevserokê Meclisa Idlib El-Xedra dawiya nirxandina xwe tekez kir “yên hemû pêkhateyên Sûriyê hembêz dike, mafê wan e ku beşdarî çareserkirina aloziya Sûriyê bibin.”