Hevserokê PADÊ Emer Salih: Divê biryar a Şengaliyan be

Hevserokê PADÊ Emer Salih û Endamê Bîroya Siyasî ya PADÊ Hesen Hecî li dijî tevgera dawî ya hêzênIraqê li Şengalê bertek nîşan dan.
Di nirxandinên herdu berpirsan de, hat gotin:
Divê biryarên têkildarî Şengalê tenê di destê Şengaliyan de be û çawa be ew ê nehêlin aramiya Şengalê were têkbirin.

Dema dawî tevgereke zêde ya hêzên Iraqê li Şengalê diyar dibe.

Li dijî vê, xelkê Şengalê bihêrs e û bi her awayî van tevger û planan red dikin

Hevserokê PADÊ Emer Salih der barê rewşa heyî de nirxandin kir û anî ziman “Hinek hêz hene dixwazin li Şengalê tevliheviyan çêbikin, em naxwazin li Şengalê ti alozî çêbibe û divê îdareya Şengalê di destê Şengaliyan de be.”

Emer Salih da zanîn ku ji roja PADÊ avabûyî heya niha, wana ti carî nexwestiye ji Iraqê dûrkevin û li ser bingehê çareserkirina pirsgirêkên civakê tevdigerin.

Emer Salih dawiyê piştrast kir ew ê nehêlin tu êriş li ser Şengalê çêbibe û biryara Şengalê wê di destê Şengaliyan de be.

Hesen Hecî: Divê xelkê Êzidî hêviyê ji dewleta Iraqê neke

Bi heman armancê, Endamê Bîroya Siyasî ya PADÊ Hesen Hecî jî nirxandin kir.

Hesen Hecî piştrast dike divê xelkê Êzidî hêviya xwe bi dewleta Iraqê girênede û got,

“Hin partî li herêmê aştiyê naxwazin. Em ê nehêlin ku aramiya Şengalê xera bibe.”

Endamê Boruya Siyasî ya PADÊ Hesen Hecî dawiyê jî ev peyam da: ” Em ne alîgirên şer in. Em rê nadin ku nexweşî li Şengalê derkeve.”

Back to top button