Hesen Koçer: Heger em herêmên dagirkirî rizgar nekin wê Sûryê were parçekirin

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî siyasetên yekalî û redkirina diyalogan ji aliyê hikumeta Şamê ve hişyar da û got: “Li gel hebûna dagirkeriya Tirk a li ser xaka Sûriyê, domandina van siyasetan wê bibe sedema parçekirina welat.”

Di 10 salên aloziya Sûriyê de hikumeta Şamê li ser rêbaza leşkerî bi israr e, qebûl nake ku diyalogan bi Rêveberiya Xweser re pêk bîne.

Rêveberiya Xweser jî ji destpêka ku hatiye damezirandin ve banga diyalogan li aliyê sûrî dike.

Lê hikumeta Şamê red dike.

Têkildarî mijarê, Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hesen Koçer ji ANHA’yê re nirxandin kir .

Hesen Koçer diyar kir ku diyalogên sûrî çareseriya herî guncaw ji aloziyê re ye.

Koçer bal kişand ser destwerdanên dewletên derve li Sûriyê û wiha domand:

“Destwerdana dewletên derve wê aloziyê çareser nekin.

Ji ber ku çareserkirina aloziya Sûriyê divê bi biryar û bi destê gelê Sûriyê be.

Dewletên derve naxwaze alozî çareser bibe û naxwazin ji Sûriyê derkevin.”

Hesen Koçer: Çareseriya leşkerî azar bi serê Sûriyê de anî

Hesen Koçer destnîşan kir ku pêwîste opozisyoneke niştimanî were avakirin ku çareseriye durist pêk bîne û wiha domand :

“Em çareseriyeke siyasî ji aloziyê re dixwazin.

Ji ber ku çareseriya leşkerî azar bi serê gelê sûrî de anî.”

Hesen Koçer di dawiya tekez kir ku Armanca me avakirina rêveberiyeke nenavendî ye .

Heger em rêveberiyeke nenavendî ava nekin wê Sûriyê were parçekirin û serhişkiya rejîmê wê temenê aloziyê dirêjtir bik.”

Back to top button