Welatparêzê Kurd di têkoşîna azadiyê a gelê Kurd de bi roleke mezin rabû

Kesayetê welatparêz Henan Hesen Ehmed di 84 salîya xwe de li navçeya Ehdasê ya Şehbayê koça dawî kir.

Kesayetê welatparêz Henan Hesen Ehmed di sala 1938’an de ji dayik bûye.

Henan Ehmed ku ji gundê Zerka ê navçeya Raco a Efrînê ye û bavê seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed e, doh li navçeya Ehdasê ya Şehbayê jiyana xwe ji dest da.

Henan Hesen Ehmed yek ji wan kesayetan bû ku di destpêka têkoşîna azadiya Kurdistanê de tevlî xebatan bûye.

Li bajarên mîna Heleb û Efrînê xebat meşandiye û di danasîna fikir û felsefeya Rêber Apo û her wiha tevgera azadiyê de xwedî roleke mezin bû.

Back to top button