Li dijî faşîzma Erdogan partiyên çepgir ên Tirkiyê bûn yek

Li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê 8 partiyên ku piraniya wan çepgirin li ser banga HDP’ê ji bo li dijî faşîzma Erdogan weke alternatîfek eniyek hevpar a rêxistinî avabikin doh civiyan.

Ev 8 partiyên têkildarî têkildarî civîna xwe daxuyaniyeke nivîskî dan û diyarkirin ku li dijî faşîzmê ew bi biryar in ku berpirsiyariya dikeve ser milê wan pêk bînin.

Daxuyaniya ve 8 partiyan wiha ye:

“Pirsgirêkên civakî, aborî û siyasî yên Tirkiyeyê wekî guloka berfê mezin dibin.

Polîtîkayên kedxwarî, talan û cihêkariyê yên desthilata Erdogan dibe sedema xizanbûna hemû gelan.

Xelasiya ji vê yekê zeximkirina hêviyê û yekîtiyeke xurt e.

Ev 8 partiyên çepkir yên li Tirkiyê hin biryarên girtin û gotin:

Me biryar girt ku em têkoşîna hevpar bidomînin, zemînên têkoşînê zêde û xurt bikin,

Mijarên têkoşîna hevpar diyar bikin û wan pêk bînin,

Me biryar girt ku em qîma xwe bi beşdarbûna heyî neynin, berevajî wê divê têkoşîna hevpar berfirehtir û zeximtir bikin û hemû hêzên çepgir, sosyalîst û şoreşger daxilî nav bikin.

Em ê daxwazên hemû bindest, mexdûr, kedkar, jin, ciwan û hawirdorparêzan ên Tirkiyeyê re bibin bersiv.

Back to top button