Casim El-Reyaş: Şêniyên Dêrazorê li dijî “lihevkirinan” ne

Hevserokê Meclisa Sivîl a gundewarên rojavayê Dêrezorê Casim El-Reyaş diyar kir ku şêniyên Dêrezorê “lihevkirinên” ku ji aliyê hikumeta Şamê ve tên çêkirin red dikin.

Têkildarî “lihevkirinên” ku ji aliyê hikumeta Şamê ve tên kirin, hevserokê Meclisa Sivîl a gundewarên rojavayê Dêrezorê Casim El-Reyaş ji ajansa Hawarê re axivî.

Hevserokê Meclisa Sivîl a gundewarên rojavayê Dêrezorê diyar kir ku, piştî zêdetirî deh salan ji şoreşa Sûriyê, “lihevkirinên” ku ji aliyê hikumeta Şamê ve hatine çêkirin bêrêziyek li hemberî gelê Sûriyê ye.

El-Reyaş dazanîn ku şêniyên Dêrezorê bi hemû beş û pêkhateyên xwe, eşîrên xwe, “lihevkirinên” ku ji aliyê hikumeta Şamê ve têne çêkirin red dikin û got:

“Armanca hikumeta Şamê ji van “Lihevkirinan” ew e ku sûcên xwe yên ku li dijî gel pêk anîne veşêre.”

Casim El-Reyaş di dawî de got hikûmeta Şamê dewsa van gavan divê li dijî êrişên Tirkiyê yên li ser Kobanê, Til Temir, Zirganê, armancgirtina sivîlan dawî li bêdengiya xwe bîne û xwedî helwest be.

Back to top button