TEV_DEM: Divê NY li dijî sûcên li Efrînê pêk tên bi erka xwe rabe

TEV-DEM’ê bang li raya giştî ya cîhanê, di serî de NY’yê kir ku li hemberî sûcên dewleta Tirk a dagirker helwesteke zelal nîşan bidin, dagirkeran ji tevahî herêmên dagirkirî derxînin û vegera ewle ya tevahî koçberan li warê wan dabîn bikin.

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) derbarê salvegera 4’emîn a êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser kantona Efrînê de daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin:

“Sûcên ku di nav 4 salan û heta roja me ya îro de li dijî Efrîn û şêniyên wê hatin kirin, tevahî têgehên dagirkirinê derbas kirin.

Rojane revandin, destdirêjî, sûcên qetilkirinê, ferzkirina polîtîkayên çogdanînê û ajantî li ser vîna gelê me yê Efrînê didomin.

Li Efrînê siyaseta guhertina demografîk, dizî, kuştin, Tirkirin didome.

TEV-DEM’ê bang li sazî û rêxistinên civaka sivîl û tevahî rêxistinên navneteweyî yên têkildarî mafên mirov dikin ku li hemberî van sûcên derexlaqî erkên xwe bi cih bînin.

Û bang li raya giştî ya cîhanê, di serî de Neteweyên Yekebûyî kir ku helwesteke zelal a şermezariyê nîşan bidin .

Back to top button