Psaki: Dibe ku di her kêliyê de Rûsya êrişî Ûkrayna bike

Bi qasî tevgera leşkerî ya li ser rûyê erdê nebe jî, ji bo Ûkrayna trafikek zêde ya dîplomasiyê heye. DYA û Ewropa ji bo Rûsya ji xwazên wê yên dagirkirina Ûkrayna bide rawestandin, di nava tevgerê de ne. Koşka Spî ragihand ku rewş di wê astê de ye ku di her kêliyê de dibe ku Rûsya êrişî Ûkrayna bike. Li ser vê yekê jî zêde kir û careke din qala cezayên li dijî Moskow hate kirin. Hikumeta Almanya jî bi yek dengî, helwest nîşanî Rûsya da.

Di nava welatên rojhilat û rojava de trafîka danûstandin ji bo Ûkrayna geş bûye.

Ji Amerîka û Ewropa li ser hef peyamên piştevaniya ji bo Kîevê derdikevin.

Û di her peyamê de, Rûsya tê hişyarkirin.

Berdevka Kesra Spî Jen Psaki di daxuyaniya çapemeniya rojane de bersiva da pirsên derbarê Ûkrayna û got:

Em di qonaxekê de ne ku Rûsya di her kêliyê de dikare êrîşî Ûkraynayê bike. Li dijî Rûsyayê hemû bijarde li ser maseyê ne.

Jen Psaki, Moskowa ji aloziya heyî berprisyar nîşan da û wiha got.

“Serokê Rûsyayê Vladimir Putin bi komkirina 100 hezar leşker li ser sînorên Ûkraynayê bû sedema vê krîzê. Şandina hêzên Rûsî bo Belarûsê û lidarxistina tetbîqatên din li ser sînorê rojhilatê Ûkraynayê jî di nava vê yekê de ye. Ez eşkere bibêjim, ev rewşek pir xeternak e.”

Psaki bal kişand ser wê yekê ku eger Rûsya êrişî Ûkraynayê bike hemû vebijark li ser masê ne û wê cezayên tund li ser Rûsyayê ferz bikin.

Wezîrê Karên Derve yê Amerîka Antony Blinken wê 21’ê Çile li bajarê Cenev yê Swîsre bi hevkarê xwe yê Rûsî Sergey Lavrov re bicive.

Di civînê de wê armanca sereke dîtina çareseriyekê ji krîza Ûkraynayê re ye.

Blinken îro jî li ser mijarê li Ûkrayna ye û sibe jî wê berê xwe bide Almanya.

Blinken bi Lavrov re bi mijara Ûkrayna axivî

Beriya hevdîtina rûbirû, Wezîrê Karên Derve yê Amerîka Antony Blinken ligel Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov peywendiyek telefonî pêk anî.

Rojeva serke aloziya ku ji ber sewqiyata leşkerî ya Rûsyayê bo ser sînorê Ûkraynayê bû.

Blinken ji Lavrov daxwaza çareseriyeke bi rêya dîplomasiyê kir.

Scholz gef li Rûsya Xwar: Di rewşek êrişê de dibe ku em peymana Nord stream 2 rawestînin

Ji Ewropa jî berteka herî tund ji Almanya derket.

Serokwezîr û Wezîrê Karên Derve yê Almanyayê di derbarê Ûkraynayê de zextên li ser Rûsyayê zêde dike.

Serokwezîr Scholz got, Dibe ku projeya Nord Stream 2 jî bikeve nav cezayan. NATO jî heye.

Back to top button