Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi boneya 18’ê Gulanê Roja Şehîdan daxuayaniyek da û şehîdên têkoşîna azadiyê bibîr anî.
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî 18’ê Gulanê Roja Şehîdan daxuyaniyek nivîskî weşand.
Rêveberiyê şehîdên têkoşîna azadiyê bibîr anî û wiha got;
“Deskeftiyên ku gelê me li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bidest xistiye bi saya xwîna şehîdan hatine qezenckirin.
Her wiha tekoşîna mezin a li dijî terora DAIŞ`ê, şehîd û şervanên me roleke mezin di pêvajoyê de lîstin.
Em wek Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hemû şehîdan bibîr tînin û teqez dikin ku em ê li ser şopa wan bimeşin û xeyalên wan ku ji bo wê şehîd bûn pêk bînin.