Piştî 14 rojan rewşa awerte a li Kazexistanê bidawî bû

Li Kazexistanê rewş asan dibe. Rewşa awerte ya 5’ê Çile li welat hatî ragihandin bidawî bû. Hikumeta Kazexistanê ku daxwaza xwepêşandêran weke hewldana darbeyê binav kirî, piştî kuştina 225 kesan rewş bi aramiyê pênase kir.

Li Kazexistanê rewşa normal vedigere.

Piştî rewşa awerte ya 5’ê Çile li welat hare ragihandin, alozî li welat ya ji ber bihayê sotemeniyê derketî dijwartir bû.

Şevê din di saet 12:00’an de tevî paytext Nur Sultan, bajarê Almaty, parêzgeha Atyrau, Jabil û navçeyên din rewşa awerte bidawî bû.

Bi bidawîbûna Rewşa Awarte re, bi qedexeya derketina derve ya ku di saetên diyarkirî de li welat hatibû ragihandin, tedbîrên ewlehiyê yên li kolanan hatin rakirin.

Ketin û derketina bajaran dîsa asan bûn.

Berdevka Çapemeniya Serokomariyê Bêrîk Ualî di daxuyaniyekê de derbarê mijarê de daxuyaniyek da.

Bêrîk Ualî ragihand ku bi saya yekitî û yekdengiya gel û kiryarên hêzên ewlekarî û înfazê yên li ser hesabê canê wan, li seranserê Kazakistanê nîzam û aramî pêk hatiye.

Piştî ku xwepêşandanên aştiyane yên li Kazaxistanê veguherî bûyerên tundiyê, bi biryarnameya ku di 5’ê Çile de ji aliyê Serokomar Qasım Comert Tokayev ve hatibû îmzekirin, li tevahiya welêt heta 19’ê Çile Rewşa Awarte hat ragihandin.

Ji 13’ê Çileyê ve li hin herêman beriyara Rewşa Awarte hat rakirin.

Xwepêşandanên ku di 2’ê Çile de li rojavayê Kazaxîstanê ji ber bihabûna sotemenî û xerabûna aborî despê kirî, li paytexta berê ya wî welatî Almatayê veguherî tundiyê.

Di xwepêşandanên li Almatayê de di navbera hêzên ewlehiyê û xwepêşanderan de pevçûn derket.

Rêveberiya Nur Sultan bi hinceta ku xwepêşander avahiyên giştî dagir kirine, çek bi kar anîne û berdewam zirarê didin mal û milkên welatiyan, ferman da hêzên ewlehiyê ku operasyonê bikin.

Serokomar Tokayev di axaftina xwe ya 11’ê Çileyê ya li Meclisê de diyar kiribû ku li welêt pergala destûra bingehîn hatiye avakirin û di nav 10 rojan da Hêzên Rêxistina Peymana Hevkariya Kolektîf (CSTO) yên bi pêşengtiya Rûsya wê ji welêt vekişin.

Hêzên CSTO bi giştî ji Kazexistanê vekişiyan

Di vê navberê de îro beşa dawî ya hêzên CSTO ji Kazexîstanê derketin.

Bi vekişîna hêza dawî ya Rûs re, li welat di endamek yê hêzên rêxistinê neman.

Serdozgeriya Kazaxistanê ragihand ku di bûyeran de bi giştî 225 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Back to top button