WMO: 2021 bû yek ji salên herî germ ên 7 salên dawî

Rêxistina Meteoroliyê ya Cîhanê (WMO) ragihand ku 2021 bû yek ji heft salên herî germ bû. Bi germahiya 50 pile ya li Kanadayê derketî jî zehmete germahiya 2021’an di demek kin de were jibîrkirin. Rêxistinê got: Ji serdema pişesazî ango 1850 heta niha bi 1,11 pile germahiya li cîhanê zêde bûye.

Guherîna rewşa avhewa, ya li cîhanê jî bandoreke zêde li ser sîstema ekolîjiya cîhanê deke.

Bandora ku çêdibe bi guherînên li ser rûyê erdê re xuya dike.

2021’an ji bo cîhanê di astek rekorê de germ bû.

Rêxistina Meteoroliyê ya Cîhanê (WMO) ku saziyeke Neteweyên Yekbûyî ye û navenda wê li Cenevê ye, li ser mijarê daxuyaniyek da.

Rêxistinê got, “Ji sala 2015’an û vir ve salên herî germ ên heft salan, 2016, 2019 û 2020 e.”

Rêxistinê diyar kir ku heft sal in li ser hev germahiya hewayê li gorî serdema beriya pîşesaziyê bi 1 pileyî zêde ye û wiha got, “Ji ber gaza sera ya li atmosferê ku di asta rekorê de ye, tê payin ku germahiya global û meylên guhertina avhewayê yên demdirêj ên din dewam bikin.”

Sekreterê Giştî yê WMO’yê Peterrî Taalas got, “Ji ber gaza serayê ya zêdebuyî, germahiya global a ji ber faktorên avhewayê û germahiya global a demdirêj, guherina salane ya germahiya global gelekî zêde ye.”

Li gorî WMO’yê sala 2021’ê yek ji salên herî germ e û li gorî serdema beriya pîşesaziyê ya navbera salên 1850-1900’î de bi 1.11 pileyî germahî zêde bûye.

Li gorî daxuyaniyê, bi germahiya 50 pileyî ya li Kanadayê, sala 2021’ê wê di bîra mirovand e bimîne.

Back to top button