li DYA di pêla Omicronê de dibe ku rêjeya mirinê bigihêje 300,000’î

Vîrosa Corona li DYA konê xwe daniye. Varianta Omicronê li welat mijara pêketî û miriyan jî zêde kiriye. Li gorî pêşbîniyan li DYA ji ber varianta Omicron heta nîvê Adarê dibe ku navbera 50-300 hezar kes bimirin. Li Almanya jî tevdîrên li dijî vîrûsê hatin şermezarkirin.

Li cîhanê zivistanek din hat û hîna vîrosa covid-19 dewam dike.

Bi hatina zivistanê û variantên nû yên Covid-19 re jimara pêketiyên vîrûsê zêde dibin.

DYA ku weke navenda vîrûsê lê hatî, bi metirsiyên nû re rûbirû ye.

Li gorî Navenda Modelkirina Senaryoya Covîd-19 ku ji aliyê zanyarên ji zanîngehên cihê yên welêt ve hatî çêkirin, tê texmîn kirin ku mirina di pêla Omicron de bigihîje 300,000’î.

Associated Press jî di hevpeyvîna xwe ya li gel rêveberên navendê de ev yek nîşan da û ragihand ku pêşbîniyên di dema pêla Omicron de destnîşan kirin ku mirin li DYA dikare ji texmînên 58,000 heta 305,000 be.

Li DYA di hefteyên dawîn da mirina rojane ya navînîn li dora 1,700’î ye.

Hat diyarkirin ku ger sînorê jor a texmînên di modelan da pêk were, dibe ku mirina ji ber Covid-19 li welat milyonekî derbas bike.

Di rapora ku ji hêla Navenda Kontrolkirin û Pêşîlêgirtina Nexweşan a DYA (CDC) ve hat weşandin de, hat ragihandin ku li welêt ji çaran sêyê kesên mirîne yên kalin.

Di raporê de hat diyarkirin ku bi taybetî di koma 85 salî û mezintir de ji 200 hezarî zêdetir kes mirine û hat destnîşankirin ku ev temen ji sedî 2’yê nifûsa welêt e.

Li Almanya tevdîrên li dijî Covid-19 hatin şermezarkirin

Parzemînek din ya herî zêde ji vîrûsê bandor bûyî Ewropa ye.

Li Ewropa tevdîrên tund têne girtin.

Li hemwextî van tevdîran, bertekî jî tund dibin.

Li Almanya careke din li dijî biryarên qedexeyê xwepêşandan hatin li darxistin.

Di xwepêşandanan de car car navbera polîs û çalakgeran de pevçûn derketin.

Back to top button