Bedran Çiya Kurd: Qirkirin li Efrînê pêk tê û cihan bêdenge

Cîgirê Hevserokatiya Rêveberiya Xweser Bedran Çiya Kurd derbarê salvegera êrişên dagirkirina Efrînê de axivî û got: “Divê em rêxistina xwe xurtir bikin da ku Efrînê rizgar bikin û destkeftiyên şoreşê biparêzin.”

4 sal di ser êrişên dagirkirina Efrînê re derbas dibin û heta îro jî bi hemû rengan qirkirin li ser Efrînê bi destê dewleta Tirk û çeteyan pêk tê..

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bedran Çiya Kurd derbarê êriş û dagirkeriya li Efrînê nirxandin kir…

Çiya Kurd anî ziman ku 4 sal in li pêş çavên hemû cihanê li Efrînê qirkirin pêk tê û bal kişand ser siyaseta dewleta Tirk a piştî dagirkeriyê û wiha got:” Her kes dibîne ku çawa niştecihên Efrînê neçarî koçberiyê dikin û kesên xerîb li cihê wan bi cih dikin.

Erdogan planên xwe di civîna NY de ku penaberên Sûrî yên ku berê xwe dane Tirkiyê li Efrînê bi cih bike, eşkere kir.

Dewleta Tirk dixwaze herêmê bi helandina çandî, guhertina demografîk û şerê piskolojîk re rû bi rû bihêle.”

Bedran Çiya Kurd: Dewleta Tirk deverên dagirkirî wekî ku beşek ji axa wê ye nêz dibe

Çiya Kurd diyar kir ku dewleta Tirk hewl dide Efrînê tev li xaka Tirkiyê bike û wiha axiftinên xwe domand:

“Efrîn û herêmên din ên dagirkirî di aliyê siyasî, aborî, leşkerî û çandî de wekî ku herêmên girêdayî Tirkiyê ne, têne birêvebirin.

Ev planeke taybet e ku li Efrînê tê bikaranîn. Ev beşek ji projeya Mîsaqa Millî ye ku dewleta Tirk hewl de pêk bîne.”

Bedran Çiya Kurd: Dem ew deme ku dagirkeriya Tirk bi dawî bibe

Li hember vê dagirkeriyê û siyaseta dewleta Tirk jî Bedran Çiya Kurd berxwedana gelê Efrînê bibîr xist û got:

“Me berxwedana şêniyan ji bo rizgarkirina Efrînê û hêviya wan a vegerê dît û ev berxwedana îro li Şehba rûyê rast ê faşîzma Tirkiyê eşkere dike.

Em bang li her kesê li hundir û derveyî welat jî dikin ku destekê bidin berxwedanê da ku dawî li dagirkeriyê bê.”

Bedran Çiya Kurd: Ji bo rizgarkirina Efrînê ji dagirkeriyê divê em rêxistina xwe xurt bikin

Cîgirê Hevserokatiya Rêveberiya Xweser Bedran Çiya Kurd di dawiyê de anî ziman ku sala nû dê bibe sala pêkanîna deskeftiyên girîng û têkbirina planên dewleta Tirk û ev bang kir:

“Divê em rêxistina xwe zêdetir xurt bikin da ku em karibin bajarê Efrînê rizgar bikin û destkeftiyên şoreşê biparêzin.”

Back to top button