Aqûbeta herdu ciwanên ku ji alî PDK’ê hatin girtin nayên zanîn

Serokê Komîsyona Parastina Mafê Mirovan a Parlamentoya Başurê Kurdistanê Romyo Hekarî têkildarî aqûbeta 2 ciwanên ku ji aliyê Tirkiyê ve hatin revandin û piştre ji aliyê PDK’ê ve hatin binçavkirin got, ew nikarin rewşa herdu ciwanan bişopînîn. Li aliyê din Parlamenterê YNK Cemal Hewêz jî xwest pêşmergeyê ku rexne li serokwezîrê Hikumeta herêmê kiribû û ji ber vê yekê hat binçavkirin, bê berdan.

Di 31’ê Kanuna 2021’an de 2 ciwanên ji Başurê Kurdistanê li gundê xwe yê bi ser Sîdekan ji aliyê leşkerên Tirk ve hatibûn revandin.

Piştî li ser lêpirsînan, Di 5’ê Çileyê de Tirkiyê herdu ciwan bi riya Deriyê Îbrahîm Xelîl radestî malbatên wan kirin.

Lê dema ku gihîştin mal vê carê j aliyê hêzên Barzaniyan ve hatin binçavkirin û radestî Asayîşa Mêrgesorê kirin.

Û hetan niha jî agahî ji wan nayên girtin.

Serokê Komîsyona Karûbarên Civakî û Parastina Mafê Mirovan a Parlamentoya Başûrê Kurdistanê Romyo Hekarî têkildarî aqûbeta ciwanan axivî.

Romyo Hekarî anî ziman agahiya wan ji mijarê heye, lê heta ku malbat bi awayekî fermî daxwazê ji wan nekin ew nikarin aqûbeta wan bişopînin.

Romyo Hekarî got, “Eger malbatên wan bên parlamentoyê ew ê pêşwaziya wan bikin û li gel wan biaxivîn.

YNK: Divê pdk pêşmergeyê me yê ku girtiye berde

Li aliyê din, li Hewlêrê di 16’ê Çileyê de asayîşa PDK’ê, pêşmergeyekî YNK yê bi navê Karwan Ebdulwahîd ji ber rexne li serokwezîrê Başurê Kurdistanê kirîbû binçav kir.

Pêşmerge Karwan Ebdulwahîd heta niha jî nehatiye berdan.

Parlamenterê YNK yê Başurê Kurdistanê Cemal Hewêz têkildarî binçavkirina wî pêşmergeyî ji Rojnews’ê re axivî û got:

“Binçavkirina wî pêşmergeyî ya li ser rexnekirinê karek xerab bû. Ji ber ku îro her welatiyek rexneyên xwe hene.

Nabe welatî ji ber rexneyê werin binçavkirin an girtin.”

Cemal Hewêz da zanîn ku hewldanên wan yên ji bo berdana pêşmergeyî dewam dikin.

Parlamenter Cemal Hewêz di dawî de xwest di demek zû de pêşmergeyê wan were berdan.

Back to top button