Bertek û çalakiyên ji bo derxistina navê PKK’ê ji lîsteya terorê roj bi roj zêde dibin. Meclisa Gel ya Dêrikê îro ji bo vê mijarê daxuyanî da û xwest hiştina PKK’ê di ‘Lîsteya Terorê’ de nehqeiyeke mezin e. Ciwanên Herêma Firatê jî banga derxistan PKK ji Lîsteya Terorê kirin.
Di çarçoveya rêzeçalakiyên ji bo derxistina Partiya Karkerên Kurdistanê-PKK ji ‘Lîsteya Terorê’, Meclisa Gel a Dêrikê bi daxuyaniyekê bertek nîşan da.
Bi dehan şênî û endamên saziyên sivîl tevlî dauxyaniyê bûn.
Daxuyanî ji aliyê Koordînasyonê Giştî yê Meclisa Giştî ya Rûspiyan a Dêrikê Hewas Cidê hate xwend.
Hewas Cidê, da zanîn ku PKK ji damezrandina wê ve ji bo azadiya gelê bindest têdikoşe û got divê têkoşîn bê mezin kirin ku navê PKK’ê ji “lîsteya terorê” bê derxistin.
Dayîka Hevrîn Xelef Sûad Mistefa ku ew jî amede bibû axivî û got: “Em qebûl nakin ku navê PKK’ê di nava “Lîsteya Terorê” de bimîne, divê rêxistinê hiqûqî erkên xwe bi cih bînin.”.
Ciwanên herêma Firatê: PKK ji bo azadî, wekhevî û demokrasiyê têdikoşe
Ciwanên Herêma Firatê jî diyar kirin ku divê PKK ji Lîsteya Terorê bê derxistin ji ber ku PKK gele û gel jî PKK ye.
Têkildarî mijarê, Endama Tevgera Jinên Ciwan a Herêma Firatê Hebûn Mihemed axivî û diyar kir dema ku dijmin li hemberî berxwedana PKK’ê têk diçe û berê xwe dide gel, lewra dizane ku PPK gel e.
Hevseroka Desteya Ciwan û Werzîşê a Herêma Firatê Xunav Xelîl jî axivî û da zanîn ku PKK’ê ji bo azadî, wekheviyê û demokrasiyê têdikoşe û divê ji lîsteyê were derxistin.