LEYLA GUVEN 191 ROJ IN LI DIJÎ TECRÎDÊ LI BER XWE DIDE

Berxwedana û têkoşîna li dijî tecrîdê her ku diçe mezin dibe.
Berxwedana greva birçîbûnê ya hevseroka KCD’ê Leyla Guven, 191 roj in dewam dike.
Tevî greva birçîbûnê, çalakiya rojiya mirinê ya 30 girtiyan jî li gel rewşa wan a xerab jî bi israr li dar e.

Berxwedana Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a ji bo şikandina tecrîdkirina Rêber Ocalan, di roja 191’emîn de didome.

Çalakiya koma despêkê ya girtiyên li girtîgehên Tirkiyê ku 16’ê kanûna 2018’an dest pê kiribû, di roja 153’an de ye.

Ji 1’ê Adarê ve bi hezaran girtî li girtîgehên Tirkiyê dest bi greva birçîbûnê kirin û çalakiya wan di roja 78’emîn de didome.

ROJIYA MIRINÊ YA 30 GIRTIYAN DIDOME

Rojiya mirinê ya 30 girtiyên li girtîgehên cuda dest pê kiriye jî didme.

Rojiya mirinê ya 15 girtiyên li girtîgehên Bakirkoy a Stenbolê, Gebze ya Kocaelî, Wan û Amedê di roja 18’an de li dare.

ÇALAKGERÊ ROJIYA MIRINÊ TOPKAYA: KÎ VÊ ZILMÊ TEMAŞE BIKE EW ŞIRÎKÊ SÛC E

Ahmet Topkaya yê 18 rojin li Girtîgeha Tîpa D a Amedê li dijî tecrîdê di rojiya mirinê de ye, diyar kir ku her kes berpirsiyarê vê pêvajoyê ye û wiha got:

“Bi zilmê mirov nagêje armancê.

Kî li hemberi zilmê bêdeng bibîne ew jî şirîkê vî sûcî ye.”

Her wiha Rojiya mirinê ya koma 2’yemîn a 15 girtiyên di 10’ê Gulanê de dest pê kir, di roja 8’emîn de ye.

LI GIRTÎGEHA KANDIRAYÊ GEF LI BERXWEDÊRÊN ROJIYA MIRINÊ TÊ XWARIN

Li girtîgeha Kandira ya Kocaelî jî zextên giran li berxwedêrên rojiya mirinê tê kirin û gef li wan tê xwarin.

Hate ragihandin ku gardiyanan avêtiye ser du hucreyên berxwedêrên rojiya mirinê û zext li berxwedêran hatine kirin.

Li Komela Karkerên Mezopotamya ya li Silêmanî jî welatiyê bi navê Merwan Memduh Ozdemir, li dijî tecrîda Ocalan dest bi çalakiya rojiya mirinê kir.

Çalakiya Merwan di roja 4’an de ye.

ÇALAKGERÊN ROJIYA MIRINÊ BI ZORÊ JI NAV NIVÎNAN RADIBIN

Hat ragihandin ku li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê ku çalakiya greva birçîbûnê û rojiya mirinê lê didome, xwê, şekir û lîmonên nadin çalakgerên greva birçîbûnê.

Girtiyan destnîşan kir ku mafê tenduristiyê yê girtiyên ku ne di grevê de ne jî bi hinceta çalakiya wan tê astengkirin.

Her wiha hat gotin çalakgerên di rojiya mirinê de gelek westandî ne û 5 çalakgerên koma destpêkê nikarin bi tena serê xwe ji nav nivînên xwe rabin.

Çalakiya Parlementerên (HDP) Dersîm Dag a di 3’ê Adarê de, Tayip Temel û Murat Sarisaç ên di 8’ê Adarê de dan destpêkirin didome.

Çalakgerên ku li girtîgehê dest bi grevê kirin û hatin berdan, piştî hatin berdan jî çalakiyên xwe li malên dewam dikin.

Ji van çalakgeran:

Sedat Akin 131,

Gurbet Ektîren 122,

Mahsun Şen 133,

Mûrat Aksin 64,

Semra Alkan 131,

Hiznî Kilinç 77,

Û Îhsan Sinmiş 80 rojin di grevê de ne.

Leave a Reply

Back to top button