Leşkerên Îsraîlê di nîvê zivistanê de malbata Filistînî bê mal hişt

Li Filistînê leşkerên Îsraîlî bi buldozerê mala malbata Filistînî xera kirin. Mala ku li taxa Şêx Cerrah a Qudsa Rojhilat ku dibin kontrola Îsraîlê de ye, ji aliyê leşkerên wê ve hate xerakirin.

Leşkeran, bi balduzeran mal xerakirin.

13 kesên ku li dijî leşkeran li ber xwe dan jî hatin binçavkirin.

Leşkerên îsraîlî jî dora malê girtin û nehiştin ku kes nêzî malê bibin.

Hate hînbûn ku erda ku mala malbata Salhiya li taxa Şêx Cerrah lê ye, ji bo avakirina dibistanekê hatiye veqetandin.

Ji ber vê yekê ji sala 2017’an ve gefa derxistina wan tê xwarin.

Di daxuyanîya ku ji aliyê ekîbên polîs ve hat dayîn de hat gotin,

“Polîsên îsraîlî valakirina avahiyên qaçax ên li ser erda ku ji bo zarokên xwedî pêdiviyên taybet ên li Qudsa Rojhilat hatibû diyarkirin, temam kirin.”

Berpirsan diyar kirin ku endamên malbatê yên ku di avahiyên neqanûnî de diman ji wan re gelek derfet ji wan re hatine dayîn lê ev yek bikar ne anîne.

Berdevkê polîsan da zanîn ku di operasyonê de 18 endamên malbatê û kesên ku debara malbatê kirine bi îdiaya “binpêkirina biryara dadgehê, dadgehkirina tundûtûjî û têkdana aramiya giştî” hatin girtin.

Back to top button