Merkel pêşniyara Guterres a kar red kir

Serokwezîra berê ya Almanyayê Angela Merkel pêşniyara kar a Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres a ji bo serokatiya lijneya şêwirmendiyê ya di çarçoveya NY de red kir.

Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Alman (DPA), Guterres ji Merkelê pêşniyara serokatiya lijneya şêwirmendiyê ya pilebilind a ku wê di çarçoveya NY de li ser mal û milkên giştî yên cîhanê bê avakirin, nivîsand.

Merkel diyar kir ku hefteya derbasbûyî Guterres bi rêya telefonê li gel wê axiviye.

Di daxuyaniya ji aliyê ofîsa Merkel ve hat dayîn de hat gotin, Guterres ji wê xwestiye ku bi wan re kar bike.

Merkel ji ber pêşniyarê spasiya Guterres kiriye û ev pêşniyar red kiriye.

Merke 16 salan li Almanyayê serokwezîrtî kir û di serdema wê de, rewşa aboriya welat gihişt asta herî baş.

Serokwezîra berê Merkel a 67 salî, di 8’ê Kanûna 2021’an de, erkê serokwezîrtiyê radestî Olaf Scholz kiribû.

Back to top button