Şêniyên Reqayê li dijî propagandayên hikûmeta Şamê meşiyan

Şêniyên Reqayê û partiyên siyasî yên li Reqayê li dijî îdia û propagandaya hikûmeta Şamê ya derbarê lihevkirinê derketin û gotin, Çareserkirina aloziya Sûriyê tenê bi rêya diyalogê û pêkanîna tecrubeya Rêveberiya Xweser pêkan e.

11 sal li ser aloziya Sûrî derbas bûn lê alozî her diçe kûrtir dibe.

Hikûmeta Şamê ji bedêla çareseriya siyasî, hewl dide bi riya planên bi navê lihevkirinan qaşo aloziyê çareser bike.

Hikûmeta Şamê li Deraa û Dêra Zorê dest bi van lihevkirinan kir.

Niha jî hewl dide li Reqayê bide destpêkirin.

Lê gelê Sûriyê rastiya van lihevkirina nas kirine û dijî wê derdikevin.

Îro bi sedan şêniyên Reqayê li dijî van planên Hikûmeta Şamê meşek li dar xist.

Şênî li Qada Şemas ya bajêrê Reqayê kom bûn û helwesta xwe nîşan da.

Li vê derî daxuyanî hate dayîn û hate gotin ku şêniyên Reqayê bi hemû pêkhateyên xwe destwerdana Hikûmeta Şamê di bajêr de red dikin û serî ji kujerên zarok û ciwanên Reqayê re natewînin.

Partiyên siyasî li Reqayê: Çareserkirina Aloziya Sûriyê bi pêkanîna tecrubeya Rêveberiya Xweser pêkan e

Bi dehan endamên partiyên siyasî ên li Reqayê jî bi heman armancê daxuyanî dan û lihevkirina bi hikûmeta Şamê re red kirin..

Daxuyanî li pêşiya Bab Bexdad ya li Reqayê hate xwendin.

Hat gotin, “Hikumeta Şamê bi gefan şêniyên Reqayê neçarî lihevkirinê dikin.

Ev li dijî mafên mirovan û biryarên navneteweyî yên dîtina çareseriya siyasî li Sûriyê ye.”

Hat destnîşankirin ku divê hikumeta Şamê ku gelên herêmê li dijî çeteyan bi tenê hiştin û rê da dewleta Tirk ku axa Sûriyê dagir bike lêborînê ji wan bixwaze.

Di daxuyaniyê de hat gotin, ger Hikûmeta Şamê di çareseriya siyasî de cidî be, divê girtiyan berde û dagirkeran ji axa Sûriyê derxe.

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin ku çareserkirina aloziya Sûriyê tenê bi diyalog û pêkanîna tecrubeya Rêveberiya Xweser pêkan e .

Her wiha bang li gelê herêmê hat kirin ku bi idîayên hikumeta Şamê neyên xapandin.

Back to top button