Ji bo avakirina hikumeta nû li Iraqê alozî zêde bûye

Li Iraqê, ji bo avakirina hikumeta nû, aloziyek zêde xwe daye der.
Dadgeha Federal ya Iraqê biryardayîna ji bo hilweşandina Desteya Serokatiya Parlamentoya Iraqê paşxist.
Dinavbera komên Şîî de, pêşbaziya avakirina hikumeta nû heye.

Di 10’ê Cotmeha 2021’ande li Iraqê hilbijartinên pêşwext pêkhatin.

Piştî hilbijartinê cara yekem parlamentoya Iraqê di 9’ê Çileyê de civîna xwe lidarxist.

Di civînê de piştî ku li ser navê Çarçoveya Hemahengî ya Şieyan navê 88 parlamenteran hate pêşkêşkirin û weke koma herî mezîn a Parlamentoyê xwe nîşan da.

Koma Sedir ku di hilbijartinê de 76 kursi bidest xistine jî xwe weke yekem kom dibîne.

Lewma parlamenterên herdu aliyan berê xwe dan dika parlamentoyê.

Piştî civînê parlamenterên Iraqê Mehmud Meşhedanî û Basim Xoşan dijî civîna dema nû ya parlamentoya Iraqê gilî kirin.

Parlamenteran xwestibûn desteya serokatiya parlamentoyê were hilweşandin û carek din civîn were lidarxistin.

Biryar bû îro Dadgeha Federal ya Iraqê derbarê giliyê parlamenteran de, biryara dawî daba.

Di dadgehê de parlamenter û parêzer amadebûn û piştî guhdarkirina wan, dadgehê dozê ji bo 25’ê Çileyê paşxist.

Hêjayî gotinê ye Dadgeha Federal a Iraqê 13 Çileyê karên Desteya Serokatiya Parlamentoya Iraqê ya ku di 9’ê Çileyê de hatibûn hilbijartin, bi awayek demkî dabû rawestandin.

Back to top button