Girtiyên nexweş li zîndanên Tirkiyê ne tên berdan û ne dermankirin

Li zîndanên Tirkiyê rewşa girtiyên nexweş her diçe giran dibe. Parlementerê HDP’ê Hişyar Ozsoy têkildarî tecrîda li Îmraliyê û rewşa girtiyên nexweş got. “girtîgeh bûne navendên mirinê û divê CPT demildest rewşa li girtîgehan bişopîne. Malbatên girtiyan jî ku di Nobeda Edaletê de ne carek din daxwaza berdana zarokên xwe kirin.

Li girtîgehên Tirkiyê sûc û binpêkirinên li dijî girtiyên nexweş dewam dikin.

Girtiyên ku pêdiviyan wan bi dermankirinê hene jî bi ti awayî nayên dermankirin.

Herwiha li girtîgehan înfazê girtiyan tên şewitandin.

Çendî ku girtî cezayê hatine birîn qedandine jî, lê înfazên wan ji hêla desteyên îdare û çavdêriyê yên girtîgehan ve bi hincetên cuda tên şewitandin.

Yek ji van kesan jî girtiyê nexweş Mehmet Halîs Vûral ê.

Têkildarî rewşa Vûral, Bavê wî Abdulhalîm Vûral diyar kir ku di Sibata 2021’ê de înfaza kurê wî qediyaye, lê belê desteya îdare û girtîgehê ya girtîgehê bi hinceta “kesekî talûke ye” înfaza kurê wî şewitandiye.

Vûral, destnîşan kir ku ji ber vê dê kurê wî heya 2025’an di girtîgehê de bimîne.

Girtiyê nexweş yê bi navê Hasan Aşa jî ku ji sedî 91’ê fonksiyonên laşê wî betal bûne, ji wan yek kesên ku înfaza wî hatiye şewitandin.

Tevî ji sedî 91’ê fonksiyonên laşên wî betal bûne jî Saziya Tiba Edlî (ATK) rapora “dikare di girtîgehê de bimîne” daye wî.

Aşa ku ji sala 2013’an ve girtiye, çendî înfaza xwe temam kiriye jî bi hinceta ku “talûke ye” nayê berdan.

Nobeta edaletê ya malbatên girtiyan a li amed û wanê didome

Li aliyê din Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş li Amedê di roja 65’emîn de û li Wanê jî di roja 40’î de ye.

Nobeda Edaletê ya li Baroya Amedê îro jî tevî berfa ku bariya û rê hatin girtin jî çûn baroyê nobedê girtin.

Malbatan carek din daxwaza berdana zarokên xwe kirin û gotin, bila ji girtîgehan cenaze dernekevin.

Nobeda Edaletê ya li Baroya Wanê jî bi serdana gelek kesan û piştevaniyê dewam kir.

Hişyar Ozsoy: Girtîgeh bûne navendên mirinê û div CPT biçe serdana zîndanan

Têkildarî rewşa girtiyên nexweş û tecrîda li Îmraliyê Komîsyona Têkiliyên Derve ya Partiya Demokratîk a Gelan hevberdevkê Komîsyona Têkiliyên Derve ya HDP’ê Hişyar Ozsoy axivî.

Ozsoy, diyar kir ku heya niha wan ji bo girtîgehan digot, navendên îşkenceyê. Lê niha girtîgeh bûne navendên mirinê

Ozsoy eşkere kir ku bi pandemiyê re binpêkirinên mafan ên li girtîgehan pir dijwar bûne û di serî de ji bo binpêkirinên mafan ên li Îmraliyê û bi giştî ji bo yên tevahiya girtîgehan gelek caran hevdîtin bi rayedarên CPT’yê re kirine.

Ozsoy, destnîşan kir ku di demên dawî de li qada navneteweyî jî fikarên ji bo Îmraliyê zêde bûne û CPT jî hay ji vê heye.

Ozsoy got: “Li dijî CPT’yê jî fikar zêde bûne. CPT, wekî prosedur nabêje dê kengî biçe. Lê belê demildest divê biçe serdana zîndanan.”

Back to top button