LI QAMIŞLO ÇALAKIYA GREVA BIRÇÎBÛNÊ DEST PÊ KIR

Ji bo piştevaniya bi berxwedêrên greva birçîbûnê re li bakur û rojhilatê Sûrî jî bi pêşengtiya kongra star çalakî têne lidarxistin. Îro li bajarê Qamişlo bi slogana “Em ê tecrîdê û faşîzmê têk bibin, Netewa Demokratîk mîsoger bikin”, greva birçîbûnê bi hat despêkirin. Her wiha çalakiya li Şehbayê ku doh despêkirî jî di roja xwe ya 2 an de ye.

Li Rojavayê kurdistanê jinan dengê xwe bilind kirin û bi biryarin ku bi dengê dayîkên laçik spî re berxwedanê têk bibin.

Bi pêşengtiya Kongreya Star û Meclisa Malbatên Şehîdan ji bo piştevaniya çalakiyên greva birçîbûnê ya di pêşengtiya Leyla Guven de didomin, li Qamişloyê Çalakiya greva birçîbûnê dest pê kir.

Konê grevê li parka 19’ê Tîrmehê ya bajarê Qamişloyê hat vedan.

Çalakî wê bi awayekî vekirî dewam bike.

Çalakî wê 2 rojan carekê bi komeke nû were dewirgirtin.

Şêniyên kantona Qamişlo wê beşdarî çalakiyê bibin.

Ya balkêş jî saziyên ku beşdarî çalakiyê dibin wê di debarê karê xwe da jî semîneran bidin.

Çalakî seat 08:00’ê sibehê bi semînerê dest pê dike heta seat 11.00’an û heta seat 2:00’an sazî û dezgehên sivîl û rêveberiya xweser dê serdana kon bikin.

Çalakî konê grevê bi daxuyaniyeke çapemeniyê despêkir.

Jinên tevlî Çalakiyê bûne jî nerînên xwe parve kirin.

ÊZIDIYÊN EFRÎNÊ PIŞTGIRÎ DAN ÇALAKIYÊN GREVA BIRÇÎBÛNÊ

Bi heman armancê çalakiyek li Şehbayê jî li dare.

Şêniyên Efrînê yên li Şehbayê li dijî dagirkeriya dewleta tirk û ji bo piştevaniya bi çalakiyên greva birçîbûnê ev 2 rojin di çalakiyê de ne.

Yekitiya Jinên êzidî û Yekitiya Êzidiyan a Herêma Efrînê beşdarî konê çalakiyê ji bo piştgiriya hemleya greva birçîbûnê bûn:

Yekîtiya destnîşan kir ku Ocalan bi ramanên xwe karibû çanda berxwedanê di nav şêniyên civaka êzidî de belav bike.

Leave a Reply

Back to top button