Ji DYA bo Ûkrayna: Di rewşa êrişekê de em ê piştevaniya Ûkrayna bikin

Di qada dîplomasiyê de, hewildanên dawî yên ji bo aloziya li sînorê Ûkrayna tê kirin. Wezîrê Karên Derve yê DYA Blinken li Kîevê piştevaniya xwe ya bi welat re ragihand û got: Ger Rûsya êriş bike, em ê piştevaniya Kîevê bikin. Serokê DYA Biden jî got, Putin amadekariya dagirkirina Ûkrayna kiriye. Rûsya wê êriş bike, lê naxwaze ev êriş berfireh bibe. Rûsya jî ji rewşa li sînorê Ûkrayna, NATO û DYA berpirsyar dibîne.

Wezîrê Karên Derve yê DYA Antony Blinken li paytexta Ûkrayna Kîevê bi Serokomarê Volodymyr Zelenskiy û Wezîrê Karên Derve Dimitro Kuleba re hevdîtinek pêk anî.

Antony Blinken destnîşan kir ku ger Rûsya operasyoneke leşkerî pêk bîne wê DYA piştgiriyê bide Kîevê û got:

Ji ber hebûna leşkerî ya Rûsyayê li ser sînor, her kêlî dibe ku destwerdanek bi vî rengî dest pê bike.

Blinken anî ziman ew hêvî dike ku di hevdîtina xwe ya plankirî ya bi Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov re rêyên dîplomatîk vekirî bihêlin û ev tişt anî ziman: “Me eşkere kir ku ji bo aramkirina aloziyên bi Rûsyayê re ye gava me ya yekem dîplomasî ye. Lê tevî hemû hewldanên dîplomatîk, Rûsyayê heta niha tenê gavên ji bo zêdekirina aloziyê avêtiye.”

Wezîrê Karên Derve yê DYA bal kişande ser wê yekê ku di hevdîtina xwe ya bi Lavrov re, armanca wî ew e ku zelal bike eger Rûsya rêya dîplomatîk red bike dê bi çi rengî be.

Blinken îşaret bi pêngavên Amerîka û Ewropayê kir û diyar kir ku wê cezayên bazirganî, darayî û aborî li ser Rûsyayê bêne ferzkirin.

Tê payîn ku Blinken sibe li bajarê Cenev yê Swîsreyê bi Lavrov re bicive.

Îro jî danûstanidên xwe yên li Ewropa bi wezîrên Almanya, Fransa û Îngilîstanê pêk tîne.

Ji Rûsya bo DYA û NATO: Çekan nefiroşin Ûkrayna

Hemwextî vê aloziyê, Rûsya jî ji NATO û DYA xwest ku çekan nefiroşe Ûkrayna.

Tenê li sînorê Kîev-Moskowa bêtirî 100 hezar leşkerên Rûs hene.

Niha jî Belarûs bûye eniyek din.

Li herêmê rewş aloz bûye.

Biden: Putin amadekariyên dagirkirina Ûkrayna dike

Divê navberê de, ji Serokê DYA Joe Biden jî daxuyaniyek hat.

Joe Biden di daxuyaniya çaşemeniyê de bersiva pirsên rojnamevanan da.

Biden got, serokê Rûsyayê Vladimir Putin amadekariya dagirkirina Ûkraynayê dike.

Lê li gorî Biden, Putin şerekî mezin naxwaze û got:

Rûsya dixwaze, Rojava, DYA û NATO biceribîne.

Peskov: NATO ji aloziyê berpirsyare

Ji aliyê din ve Berdevkê Kremlînê Dmitri Peskov got,

“Balafirên NATO yê yên ku seferên xwe yên li herêmê zêde kirin” ji aloziya li ser sînorê Ûkraynayê berpirsyarin.

Back to top button