Hêzên Rûsya li sînorê Belarûs-Ûkrayna bicih bûn

Ûkrayna êdî rewşa metirsîdar ya li sînorê welatê xwe baş dibîne. Ji sînorê bi Belarûs heta Rûsya re, xeteke parastinê sereke dibîne. Leşkerên Rûsya yên ji bo “tetbîqatê” çûn berê xwe dan Belarûsê jî gihiştin cihên xwe. Serokkomarêê Ûkrayna Zelensky got, ew bi hêza xwe ya leşkerî bawerin û wê parastinê bikin. Wezîrê Parastinê jî got: Di rewşek ya şer de, wê qad veguhere gola xwînê.

Li sînorê Ûkrayna ji Nîsana 2021’an ve bi awayekî veşartî sewqiyatek zêde ya leşkerî tê kirin.

Rûsya ku demek dirêje amadekariyên şerekî dike, di her fersendê de NATO ya nêzî sînorê xwe dibe hincet nîşan dide.

Ev hinceta xwe jî bi êrişeke gengaz ya li dijî Ûkraynayê ve dide nîşandan.

Piştî ku Belarûsê aliyê xwe di şer de diyar kir û piştevaniya Moskow kir, li sînorê Ûkrayna metirsî hîn zêdetir bû.

Herî dawî leşkerên ku Moskow bi navê “tetbîqatê” şandî Belarûsê jî gihiştin cihê xwe.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Rûsyayê, leşker bi kelûmel û çekên standard li qadên perwerdê yên berê hatine bicihkirin.

Servîsa çapemeniyê ya wezaretê teqez kir ku hejmara personel û alavên leşkerî yên beşdarî tetbîqatê bûne ji pîvanên ku di Belgeya Viyenê ya 2011’an de hatine diyarkirin derbas nake.

Ji serokdewlet Zelensky bo welatiyan: Hêza me heye û em ji her tiştî re amade ne

Serokomarê Ûkraynayê Volodymyr Zelensky doh piştî nûçeyên li ser navê ‘gefên Rûsyayê’ ji welatiyan re daxuyaniyek da û diyar kir ku Kîev xwedî artêşeke xurt, wêrek û ji her tiştî re amade ye.

“Artêşeke me ya bi hêz, wêrek, ji her tiştî re amade ye. Û ev ne nûçe ye. Her sibe ez roja xwe bi agahiyên li ser rewşa Donbasê û li nêzî sînorên dest pê dikim. Agahiya me ji hemû gefên gengaz heye û em ji her tiştî re amade ne. ”

Di rewşa şerekî de wê herêm veguhere gola xwînê

Wezîrê Parastinê yê Ûkraynayê Oleksîy Reznîkov jî bang li welatên rojavayî kir ku demildest dest bi ferzkirina cezayan li ser Moskowê bikin.

Reznikov ji bernameya HardTalk a BBCyê re axivî û got; Êrîşa Rûsyayê wê “herêmê veguhere qada xwînê” û wê krîzek nû ya penaberan li Ewropayê derkeve.

Di nava gef û metirsiyên heyî de, li sînorê welat dengê şerekî dijwar û nêz tê.

Back to top button