Efxanistan..Pentagon dimenê dema kuştina 10 sivîlên li Kabulê weşand

Di dema vekişîna NATO û DYA ji Efxanistanê, dimenên ku nayên ji birîkirin derketibûn. Tevî reva ji Talîban û xwe gihandina balafirgehê, hêzên Amerîka jî hîna êrişên xwe li dijî komên terorîst pêk dianî. 29’ê Tebaxê jî di êrişa xwe ya li dijî erebeyekê de, 10 kes sivîl hatibûn kuştin. Her çiqasî ev yek weke şaştî hatibe pênasekirin jî lê sergirtina bûyer ji aliyê rêxistinên mafê mirovan ve rastî bertekê hat. Wezareta parastinê ya DYA Pentagonê dimenê kêliyên êrişê parvekir.

Li Efxanistanê piştî 15’ê Tebaxê paytext Kabul ket bin kontirola Talîbanê li welat metirsiyek zêde derket pêş.

Hêzên NATO û DYA yên li welat jî êdî ji siya xwe goman dikirin û metirsiyek zêde hebû.

29 Tebaxê hêzên Amerîka li paytextê bi dronan êrişî erebeya malbatekî Efxan kirin.

Zemarî Ehmedî û 9 endamên malbata xwe mirin.

Ehmedî di heman demê de ji bo rêxistineke girêdayî Amerîkayê kar dikir.

Ji kesên jiyana xwe ji dest dane, 7 zarok bûn.

Di lêpirsîna ku li DYAyê hat kirin de hat tesbîtkirin kesên ku dronên bêmirov dixebitîn wesayîta Ehmedî bi wesayîta gumanbarên terorê “şaş” kirin.

Her çiqasî despêkê wesayît mîna ya terorîstekê hate dayîn jî lê piştre rastiya bûyerê derket ku ev erebe ya malbatekî Efxan ne.

Wezareta Parastinê ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Pentagonê jî dîmenên êrîşa bi balefirên bêmirov ku di encamê de 10 sivîl hatibûn kuştin, weşand.

Rojnameya New York Times’ê di çarçoveya yasaya Azadiya Agahdariyê de dest danî ser dîmenan.

Wezareta Parastinê ya DYA paşê dîmenên veşartî derxist û bi raya giştî re parve kir.

Dimen bi giştî 25 deqe ne.

Di dimenan de beriya êriş û piştî wê heye.

Lêkolîna Pentagonê ya derbarê êrîşa esmanî ya sala borî de encam da ku êrîş “şaşiyek” bû.

Ji aliyê din ve, di dawiya lêpirsînê de pêşniyara destpêkirina ti pêvajoya hiqûqî û dîsîplînê nehat kirin.

Kongresa Amerîkî û rêxistinên mafên mirovan li dijî vê bertek nîşan dan.

Back to top button