RÛSPIYÊN EŞÎREYÊN DÊRAZORÊ: DESTÊN DERVE DI BUYERÊN LI DÊRAZORÊ DE HENE

Di demên dawîn de li herêmên gundewarên Dêrazorê şaneyên veşartî xwes kêmbûna sotemeniyê li herêmê bikin hincet da ku tevliheviyê li herêmê derxînin.

Rûspiyên eşîrên Dêrazorê têkildarî mijarê axivîn û diyar kirin ku destên derve di hewlanên têkbirina ewlehiya herêmê de hene.

Rûspiyên eşîrên Dêrazorê hewldanên derxistina tevliheviyê ku di demên dawîn de li gundewarên Dêrazorê rû dan axivîn.

Rûspiyan derxisitina van hewldanan şermezar kirin û diyar kirin ku destên derve di hewldanên têkbirina ewlehiya herêmê de hene.

Rûspiyê eşîra Munasra Xalid Xelîl El-Mûezer têkildarî mijarê axivî û got:

Me daxwaznameyên gel yên mîna sotemeniyê û mijarên din ên xizmetguzariyê guhdar kirin û gihandin rêveberiya sivîl.

Bi rastî daxwazname û hemû pêwîstiyên wan bi lez bi cih hatin:

Lê diyar e ku şaneyên veşartî ku desteka xwe ji dewleta tirk digirin da ku vê tevliheviya derkeve.

Ji rûspiyê eşîra Begara Nûrî El-Casim jî axivî û bang li şêniyên herêmê kir ku destkeftiyên bi xwîna şehîdan û şervanên QSD’ê hatine bidestxistin, biparêzin.

Şêxeşîrê El-Ubeydat Deham El-Îbrahîm nêrîna xwe wiha anî ziman:

Tevliheviya dawîn ku li herêmê derket ne tenê ji aliyê şêniyên gundewarên Dêrazorê ve hat kirin; destên derve jî tê de hene.

Leave a Reply

Back to top button