Pyongyangê Îşaret da ku wê dest bi ceribandina muşekên nukeerî bike

Hikumeta Koreya Bakur di cihê xwe de ranaweste. Rêvebiriya Koreya Bakur îşaret bi wê yekê kir ku ew ê di bin navê “vexwendina meydanê” ya Washingtonê de, ceribandinên nukleerî û muşekên menzîl dirêj ji nû ve destpê bike.

Pyongyang ji dema hevdîtinên du salan ên têkçûyî yên Serokê Koreya Bakur Kim Jong Un û Serokê berê yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donlad Trump ku 2017’an dest pê kirin, muşekên balîstîk ên navparzemînan neceriband.

Rêveberiya Koreya Bakur li ser mijarê daxuyaniyek da û got: “Siyaseta dijminatî û gefa leşkerî ya DYA yê gihiştiye xeteke xetereyê ku êdî nayê paşguhkirin. Rêvebirên welêt bi yekdengî li hev kirin ku ji bo demeke dirêj amadekariyeke berfirehtir bê kirin.”

Medyaya dewletê KCNA ku ev daxuyaniya rêveberiya welat parvekirî, diyar kir ku di vê çarçoveyê de, ji nûve destpêkirina hemû çalakiyên ku berê hatibûn rawestandin tê lêkolînkirin.

Çapemeniya navneteweyî balê dikişîne ser wê yekê ku di demekê Çîn a hevalbendê girîng a Koreya Bakur lîstikên Olîmpiyata Zivistanê organîze dike û beriya hilbijartinên giştî yên li Koreya Başûr di vî warî de ji aliyê rêveberiya Pyongyangê ve gefxwarin balkêşe.

Her weha di nav şîroveyên têne kirin de tê gotin,

Dibe ku gefek bi vî rengî bibe pêngavek ji bo anîna serokê Amerîkî Joe Biden li ser maseya danûstandinan ji bo rakirina dorpêçan.

Koreya Bakur di 5’ê Çile de ragihandibû ku “Mûşeka Hîpersonîk bi serkeftî ceriband”.

Her wiha çapemeniya welat 12’ê Çileyê ragihandibû ku li welêt ceribandineke nû ya moşeka hîpersonîk bi serkeftî hatiye kirin.

Di ceribandina ku ji aliyê lîderê Koreya Bakur Kim Jong-un ve hat şopandin de, muşekên hîpersonîk a ku di nav avê de ji dûrahiya 1,000 kîlometreyî bi awayekî serkeftî li armanca xwe ketît, hate ceribandin.

Japonya û Koreya Başûr di 11’ê Çileyê de ragihandin ku Koreya Bakur “mûşekek bi îhtimaleke mezin a balîstîkî ye ceribandiye”.

Her du welatan ragihandin ku mûşek li hewayê 10 qat ji deng bi leztir dimeşe.

Rêveberiya Amerîkayê jî 12’ê Çileyê de ragihandibû ku wê 6 welatiyên Koreya Bakur, Rûsiyek û şirketeke Rûsyayê xistiye lîsteya cezayan.

Sedemê vê yekê wî ev kes û şirket ji ber ku ji bernameyên çek û mûşekan a Koreya Bakur re amûran peyda dikin e.

Li dijî vê biryarê Koreya bakur jî bertek nîşan da.

Back to top button