Keştiyên jêrderyayî..Îsraîl bi Almanya re bi nirxê 3 milyar Euro peyman îmze kir

Îsraîl piştî sîstema parastina ezmanî, niha jî hewil dide xwe di deryayê de xuret bike. Îsraîl bi Almanyayê re li hev kir ku 3 keştiyên jêrderyayî yên pêşketî pêş bixe û bikire. Ya yekem jî wê di nava 9 salan de were radestkirin.

Li gorî daxuyaniya nivîskî ya hikûmeta Îsraîlê, bi şîrketa Alman ThyssenKrupp Marine Systems re peymaneke bi nirxê 3 milyar euroyî hat îmzekirin.

Li gorî peymanê 3 keştiyên noqîvan yên tên pêşxistin û ya yekemîn jî wê di nava 9 salan de bê radestkirin.

Di çarçoveya peymanê de hat parvekirin ku li Îsraîlê ji bo keştiyên binê deryayê simulatorek perwerdehiyê bê avakirin û perçeyên yedek bên dayîn.

Hikûmeta Almanyayê jî beşek ji pereyan wê bide.

Bi heman awayî, ji bo pêşxistina pişesaziya parastinê jî 850 milyon euro hate diyarkirin.

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Benny Gantz di parvekirina xwe ya li ser medyaya civakî de ji ber hevkariya wê spasiya hikumeta Almanya kir.

Hikûmetê dengdana ji bo avakirina komîsyoneke meclîsê ya ji bo “lêpirsîna gendeliya keştiyên noqîvan” ya girêdayî Almanyayê di bin serokatiya Serokwezîrê berê yê Îsraîlê Benyamîn Netanyahu de paş xist.

Back to top button