Koalîsyona Erebî li dijî hûsiyan oparasyonek berfireh despê kirin

Li Yemenê di nava meha dawî de şer careke din gur bûye. Hêzên Koalîsyona Erebî li dijî çekdarên Hûsî oparasyona berfireh dan despêkirin. Li paytext Sanna jî ji ber êrişan xanî bi erdê re bûn yek.

Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Erebistana Siûdî (SPA), di daxuyaniya hêzên koalîsyonê de hat gotin, operasyona mijara gotinê “di bin prensîba pêwîstiya leşkerî ya ji bo parastina sivîlan ji êrîşan û bersivdayîna gefan” re hatiye kirin.

Koalîsyonê ragihand ku ew ji bo bêbandorkirina hêzên Hûsiyan oparasyonên xwe yên berfireh pêk tînn.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di vê çarçoveyê de “rêveberên terorê yên ku sivîlan hedef digirin” jî hatine şopandin.

Li Yemenê ku ev demeke dirêj e bêîstîqrariya siyasî lê serdest e, di navbera Hûsiyên ku Îran piştgiriya wan dike û hêzên girêdayî hikûmetê yên ku hêzên koalîsyonê piştgirî didin wan de şer rûdide.

Piştî êrişa Hûsiyan a 17’ê çile li dijî Îmaratê, koalîsyonên êrişên xwe zêde kir.

Ji wê demê ve koalîsyon bê navber paytext Sanaa dike armanca êrişên xwe.

Komseriya Bilind a Koçberan a Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku ji ber şerê bêtirî 7 salane li yemenê dewam dike, jimara kesên koçber bûne gihiştiye, 4 milyon û 200 hezar kesî.

Back to top button