Hêzên hikûmetê herêmên Idlib û Hemayê topbaran kir

Hêzên hikûmeta Şamê herêmên di bin serweriya çeteyên dewleta Tirk de û balafirên şer ên Rusyayê deverên DAIŞ’ê ên li çolistana Sûrî bombebarankir.

Li gorî Navenda Çavêdriya Mafên Mirovan a Sûriyê ku ragihand, hêzên hikûmeta Şamê bajarokên Elfitîra, Elbara, Filêfil û Elbenîn ên li çiyayê Zawiyê yê li başûrê Idlibê û derdora herêma Sehil Elxab ya li bakurê Hemayê bombebaran kirin.

Hat diyar kirin li herêma Sehil Elxab di navbera hêzên hikûmetê û çeteyan de şer rû da.

Di bombebarana balafirên Rûs de 8 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin

Çavdêriyê da zanîn ku balafirên şer ên Rusyayê di 48 seatên dawî de 56 caran êrişî deverên DAIŞ’ê ên li çolistana Himus, Reqa û Dêrazorê kir.

Hat diyarkirn di encamê de 8 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin ê 10 jî birîndar bûn.

Li Himusê ji ber teqîna mayînekê kesekî jiyana xwe ji dest da

Hate diyarkirin ku li Himûsê ji ber teqîna mayînekê a bermahiyên şer sivîlek jiyana xwe ji dest da û 2 kes jî birîndar bûn.

Li Dera di êrişa bombeyî de 12 kes mirin

Li aliyê din dezgehên ragihandinê yên ber ser hikûmeta Şamê ve, roja Çarşemê bombeya li otobuseke polîsan hatibû bicihkirin, li nêzî Cisr Saîda ya Derayê teqiya.

Di encama teqînê de 12 leşkerên rejimê mirin, 12 jî birîndar bûn.

Back to top button