Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di seatên sibehê de navçeya Til Rifat a kantona Şehbayê bi awayekî dijwar topbaran kir. Di encama topbaranê de şêniyekî jiyana xwe ji dest da û yek jî birîndar bû.
Zêdetirî 20 top li navenda navçey Til Rifat ketin.
Nûçeghanê ajansa Hawarê diyar kir û şêniya bi navê Emîn Îbrahîm Çawîş ji gundê Bafelûn ê navçeya Şera ye jiyana xwe ji dest da
Û şêniyê bi nave Şervan Mihemed Dolîko jî birîndar bû û ji bo tedawiyê Şervan rakirin Nexweşxaneya Avrîn a navçeya Fafînê ya Şehbayê.
Nûçegihan destnîşan kir ku topbaran yekser li ser sûka navçeyê û malên sivîlan bû.
Her wiha diyar kir ku topbaran gihîşt gundê Bêlûniyê û Eyn Denqnê yên navçeya Şera.