Şêx Hisên El-Raşid: Çareseriya Aloziya Sûriyê bi danûstandinên Netewî pêkan e

Şêxê eşîra El-Bûxemîs Hisên El-Raşid diyar kir ku armanca Hikûmeta Şamê ji planên di bi navê “lihevkirirnan” dirêjkirina aloziyê ye .El-Raşid got, çareseriya aloziya Sûriyê bi danûstandinan e.”

Şêxê eşîra El-Bûxemîs Hisên El-Raşid derbarê propanganda û idîayên Hikûmeta Şamê bi navê “lihevkirinan” de ku dixwaze li bajarên Reqa û Tebqayê bide destpêkirin ji ANHA’yê re axivî.

Şêx Hisên El-Raşid got, gel encam û bandorên wan lihevkirinan û asta xeteriya wan li ser pêşeroja Sûriyê nas kiriye.

El-Raşid ev “lihevkirin” wekî xefkekê bi nav kir û got “armanca Hikûmeta Şamê jê vegerandina serdestiya xwe li ser herêmên ku ji dest çûne.”

El-Raşid îşaret bi hewldanên Hikûmeta Şamê yên xapandina gel û veşartina rastiyan kir û got, “Hikûmta Şamê tu carî ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê naxebite, tenê aloziyê kurtir dike.

El-Raşid got, di dawiyê de got: Divê gelê Sûriyê çarenûsa xwe bi xwe diyar bike, ev yek jî tenê bi riya diyalogê pêkan e.

Back to top button