Di topbarana li ser li gundekî Til-Temirê gelek kes birîndar bûn

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, îro careke din êrişî herêmê kirin. Di encama êrişa li ser gundê Til Cuma yê Til Temirê de gelek welatî birîndar bûn. Dagirkeran gundên navçeyên Şera, Şêrawa a Efrînê û Şehbayê jî dan ber topan. Dagirkeran, top li Efrîniyên ku li gundê Dêr Cimêlê li dijî êrişan çalakî dikirin jî, barandin.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên xwe îro careke din êrişî herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê kirin.

Îro di seetên ber êvarê de dagirkeran gundê Til Cuma yê Asûriyan ku girêdayî navçeya Til Temirê ye topbarankirin..

Hat diyar kirin di êrişê de hin şêniyên gund birîndar bûne û ew rakirine nexweşxanyên navçeyê..

Dagirkeran zêdetirî 20 top li gundên Şehba, Şêrewa û Şera xistin

Li aliyê din,dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê îro, di roja salvegera êrişên li ser Efrînê de, gundên Şehba, Şêrewa û Şera yên herêma Efrînê careke din topbaran kir..

Li gorî nûçeya ANHA’yê, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, saetên piştî nîvro gundên navçeya Şera, Şêrawayê û kantona Şehbayê topbaran kir..

Dewleta Tirk û çeteyên wê, di dema Efrînî li dijî dagirkeriyê li gundê Dêr Cimêlê dimeşiyan jî top li dorûdora wan barandin..

Li vir tiştek bi xwepêşandêran nehat, lê zirarên madî çêbûn.

Dagirkeran gundên Soxanekê, Ziyaretê, Kefer Anton, Malikiye, Şiwarxe û Kela Şiwarxe, Meranaze, Elqemiye û Aqîbê yên Şera û Şêrawayê jî topbarankirin..

Her wiha gundên Eyn Deqne û Bêlûniye ya Şehbayê jî hatin topbarankirin…

Li gorî agahiyan, zêdetirî 20 top li van gundên navborî ketin û zirarên madî gihiştin mal û milkên şêniyan..

Hemwextî van topbaranan, ANHA’yê ragihand ku navenda bajarê Efrînê bi moşekan hat topbarankirin..

Back to top button