Mistefa Şêx Muslim: Divê navê PKK’ê ji lîsta terorê bê derxistin

Ji bo derxistina navê PKK’ê ji “lîsteya terorê”, li ser astên herêmî û cîhanê piştgirî zêde dibin. Parêzer û siyasetmedarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kirin ku PKK tevgera azadî û demokrasiyê ye û banga derxistina navê PKK`ê ji lîsteya terorê kirin.

Ji bo derxistina navê PKK ji “lîsteya terorê” ya YE û Dewletên Yekbûyî ya Amerîkayê (DYA) , li ser astên herêmî û cîhanê bang û hemleyên ji bo piştgiriyê zêde dibin.

Di vî warî de endamê Yekitiya Parêzeran a Herêma Firatê Mistefa Şêx Muslim axivî û banga xurtkirina kampanyayê kir.

Mistefa Şêx Muslim destnîşan kir ku cîhan ji bo dilxweşkirina dewleta Tirk, navê PKK`ê xist “lîsteya terorê” û got:

“Armanca sereke yê ve kirinê jî tunekirina şoreşê ye ku PKK`ê banga wê dikir.”

Muslim diyar kir ku tevgera PKK’ê tenê di çarçoveya parastina reva de xwe û gelê xwe li dijî êrişan diparêze.

Şêx Muslim dibêje girtina navê PKK’ê di lîsteyê de neheqiyekî mezine.

Ji bo derxistina navê PKK`ê ji “lîsteya terorê” jî Mistefa Şêx Muslim wiha got:

“Divê gelek xebat bê kirin. Divê komîteyên hiqûqî hevgirtî bin û bûyerên ku PKK`ê li rex hêzên cîhanê yan jî Koalîsyona Navneteweyî şerê terorê kir, belge bikin.

“PKK`ê tiştên tê xwestin pêk anîn, niha erk dikeve ser milê hiqûqnas û parêzeran da ku navê PKK`ê ji lîsteyên terorê bê derxistin.”

Şêx Muslim bang li hiqûqnasan kir ku çalakiyên zêde lidar bixin da ku navê PKK`ê ji vê lîsteyê bê derxistin.

Nîhad Ehmed: Girtina PKK’ê di lîsta terorê de neheqiye

Di heman çarçoveyê de Cîgirê Hevserokatiya meclisa herêma Fırate Nîhat Ehmed jî axivî û ev tişt anî ziman:

Nîhat Ehmed destnîşan kir ku PKK di encama berjiwendiyên aborî û siyasî de xistin nava lîsteyê:

Nîhat Ehmed anî ziman PKK tevgerek ne teroriyê, tenê parastina gelê xwe dike.

Cîgirê Hevserokatiya meclisa herema Fırate di dawî de eşkere kir ku divê civaka navneteweyî xwedî li PKK derbikeve û ev bang kir:

Ebdilezîz Hec Mehmûd: PKK xwedî li gelê Kurd û gelên bindest derket

Hevseroke PYD’ê ye navçeya Şeran a Kobanê Ebdilezîz Hec Mehmûd jî têkildarî mijarê axivî û girtina navê PKK’ê ya di lîsteyê de şermezar kir

Ebdilezîz Hec Mehmûd eşkere kir ku ji ber tevgera PKK’ê car din dîroka gelê Kurd komî ser hevkir û bi fikrekî nû xwedî li hemû gelan derket, bû hedefa hêzên dagirker.

Ebdilezîz Hec Mehmûd diyar kir ku êdî divê PKK ji listê were derxistin û wiha bang kir

Back to top button