Partiya Sûriya Pêşerojê ya Minbicê banga derxistina dagirkeriya Tirk ji Efrînê kir

Têkildarî salvegera 4’emîn a êrişên dagirkirinê yên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser Efrînê, Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Minbicê daxuyaniyek da. 

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Wekî vê rojê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên xwe êrişî kantona Efrînê, bajarê ewle, bajarê aştî, bajarê Zeyûtûnan kir, lê şêniyên bajarê Efrînê bi hemû pêkhateyên xwe 58 rojan li ber xwe da û ji bo bajarê xwe gelek şehîd dan, ev hemû li pêşberî çav û guhên civata navneteweyî pêk hatin, lê dîsa jî bê deng ma.

Her wiha bang li hikumeta Şamê jî kir ku li hemberî kiryarên dewleta Tirk bi erka xwe rabe û dev ji fikirên xwe berde, her wiha bi armanca çareserkirina aloziyê dest bi diyalogan bike.

Di dawiyê de meclisa diyar kir ku ew bi hemû derfetên xwe kar û xebatê dikin da ku aloziya Sûriyê were çareserkirin.

Back to top button