Dewleta Tirk gundên Şêra û yên Şehbayê topbaran kir

Doh bi şev dewleta Tirk gundên Şêra û yên Şehbayê topbaran kir.

Artêşa Tirk û çeteyên wê, gundên Malikiyê, Şiwarxa, Meranaz, Kefer Antû, Îrşadiyê û Tinibê yên navçeya Şerayê bi obusan topbaran kir.

Hemwextî êrişên li ser navçeya Şera ya kantona Efrînê, artêşa Tirk û çeteyên wê êrişî gundên kantona Şehbayê jî kir.

Çeteyan gundên Eyn Deqnê, Terîf, Kefer Naya û derdora bajarokê Til Rifetê yên kantona Şehbayê bi hawn û obusan topbaran kir.

Agahiyên girêdayî ziyanên topbaranê nehatin bidestxistin.

Back to top button