Li Silêmaniyê ji ber sermayê kesekî jiyana xwe ji dest da

Welatiyekî ji Rojhilatê Kurdistanê li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê, ji serma jiyana xwe ji dest da. 

Ev kes, li gorî hinek malperên Başûrê Kurdistanê li taxa Rizgarî ya bajarê Silêmaniyê ji ber sermayê jiyana xwe ji dest daye.

Hat ragihandin welatiyê jiyana xwe ji dest daye xelkê Rojhilatê Kurdistanê ye, navê wî Elî Mûrad û temenê wî 45 sal in.

Li gorî agahiyên ku Berpirsê Beşa Lezgîn a Tendûristiya Silêmaniyê bi par vekirine, welatiyê ji Rojhilatê Kurdistanê yê ji serma jiyana xwe ji dest daye, di maleke ne temamkirî de bû.

Li Başûrê Kurdistanê demeke dirêj e pirsgirêka sotemeniyê heye.

Û ji bo wergirtina madeyên sotmeniyê, rojane xelk dikevin dorê û her diçe buha dibe.

Back to top button