Ebdilkerîm Omer: Hêzên navnetewî berpirsên êrişên li Hesekê ne

Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Abdulkerîm Omer jî da zanîn ku êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li ser herêmê rê li ber zindîbûna DAIŞ’ê vedike. Her wiha Omer got, “Hemû hêzên navneteweyî berpirsên êrişên DAIŞ’ê ên li Hesekê ne.” Omer careke din bang li hêzên navnetewî kir ku çeteyên hemwelatiyên xwe bibin.

Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Abdulkerîm Omer derbarê êrişên çeteyên DAIŞ’ê yên li Hesekê ji ANF’ê re axivî.

Abdulkerîm Omer bibîr xist ku beriya niha jî hewldanên êrişên bi vî rengî pêk hatibûn da zanîn ji ber ku raya giştî ya navneteweyî erk û berpirsyariya xwe bi cih nayne, ev bûyer pêk hatin.

Omer wiha got, “Li Baxozê me hebûna leşkerî ya DAIŞ’ê qedand. Lê terora DAIŞ’ê neqediyaye. DAIŞ hê jî zindî ye. Şaneyên wan ên veşartî her carê êrişan dikin. Li herêmên ku bi salan di bin kontrola DAIŞ’ê de mane, hê jî îdeolojiya DAIŞ’ê neqediyaye.”

Omer da zanîn êrişên li ser herêmê û polîtîkayên dorpêçkirinê, ji êrişên DAIŞ’ê re zemînê ava dike û wiha dewam kir,

“Dora herêmê hatiye girtin û li ser wê ambargo heye. Ev hemû tişt ji bo domandina terora DAIŞ’ê dibin firsend.

Bi girtina deriyên sînor ên Til Koçer û Sêmalka, rewşa aborî ya li herêmê xerab bû. DAIŞ vî tiştî ji xwe re wekî firsendê dibîne û li herêmê dîsa xwe rêxistin dike.

Êrişên dewleta Tirk didome û dorpêçkirina herêmê, dibin sedem ku DAIŞ dîsa zindî bibe.”

OMER: Divê hemû dewlet çeteyên hemwelatiyên xwe bibin

Ebdulkerîm Omer eşkere kir ku li kampan û girtîgehan bi deh hezaran çete û malbatên DAIŞ’î hene lê hêzên navnetewî di vê mijarê de erk û berpirsyariyên xwe bi cih naynin û wiha dawî kir,

“Me gelek caran ji bo DAIŞ’iyên di kamp û girtîgehan de bang li raya giştî ya navneteweyî kir. Me hişyarî da ku ev rewş wê wisa neçe.

Ji bo pirsgirêka DAIŞ’ê divê raya giştî ya navneteweyî û koalîsyona navneteweyî erka xwe bi cih bînin û divê dest bi darizandina DAIŞ’iyan were kirin.

Divê hemû welat werin hemwelatiyên xwe bibin. Yên ku nabin jî divê alîkariyê bidin me û DAIŞ’î werin darizandin.

Ji bo ewlekarî û pêdiviyên kamp û girtîgehên ku DAIŞ’ê lê hene divê piştgiriyê bidin Rêveberiya Xweser.”

Back to top button