Nivîskar û rojnamevanê Misirê: DYA û YE bi hêncetên bê bingeh navê PKK xistin lîsta terorê

Nivîskar û rojnamevanê ji Misirê Îlhamî El-Milêcî got, xistina navê PKK`ê di “lîsteya terorê” de ji bo razîkirina dewleta Tirk hatiye kirin. Îlhamî El-Milêcî da zanîn PKK ji maf û azadiya gelê Kurd têdikoşe û di têkbirina terora DAIŞ`ê de bi roleke girîng rabû û got, “Divê cîhan û civaka Ereb tevlî kampanyayên derxistina navê PKK’ê ji lîsteya terorê bibin.”

Piştgiriya ji bo kampanyaya derxistina PKK’ê ji lîsta terorê her diçe zêde dibe.

Nivîskar û rojnamevanê Misrî, Îlhamî El Milêcî diyar kir ku DYA û Yekitiya Ewropayê (YE) navê PKK`ê bi hêcetên bê bingeh xist “lîsteya terorê”.

El Milêcî diyar kir ku PKK maf û azadiya gelê Kurd têdikoşe û xistina wê di lîsteya terorê de ji bo razîkirina dewleta Tirk e.

Milêcî wiha got, “Biryara Amerîka û Ewropayê, nabe ku li ser PKK`ê were pêkanîn. Ji ber ku li gorî pîvanên nenavneteweyî aliyekî şer e.”

Îlhamî El-Milêcî: PKK di têkbirina DAIŞ`ê de bi roleke çalak rabû

Îlhamî El-Milêcî îşaret bi rola PKK`ê a şerê li dijî çeteyên DAIŞ`ê de kir û got: “PKK di têkbirina DAIŞ`ê de li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Şengalê bi roleke mezin rabû. Ev jî isbat dike ku PKK tevgereke netewî ye û ji bo aştî û aramiya herêmê têdikoşe.”

Îlhamî El-Milêcî: Divê cîhan û civaka Ereb piştgiriya kampanya derxistina PKK’ê ji lîsta terorê bikin

El-Milêcî da zanîn ku ger navê PKK`ê ji lîsteyê neyê derxistin, wê bandorê li têkoşîna azadiya gelê Kurd bike.

Îlhamî El-Milêcî siyaseta dewleta Tirk a li dijî gelê Kurd û bikaranîna çekên kîmyewî, koçberkirin û guhartina demografiya herêmên Kurdan jî, weke terora dewletê pênase kir:

Îlhamî El-Milêcî di dawiyê de kampanyayên bi armanca derxistina PKK`ê ji “lîsteya terorê” hatine destpêkirin weke, gavên girîng nirxand û bang li herkesî û bi taybetî civaka Ereb kir ku piştigiriyê bikin.

Back to top button